Ji bo şehîdên Til Berakê merasîm hat lidarxistin
Ji bo 3 kesên ku di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Til Berak-Hesekê de şehîd bûn, merasîm hat lidarxistin.
Ji bo 3 kesên ku di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker li ser rêya Til Berak-Hesekê de şehîd bûn, merasîm hat lidarxistin.
Ji bo endama Hêzên Parastina Civakî (HPC) Ebîr Xelef El Hisên, endamê Kongreya Îslama Demokratîk Ehmed El Temê û gaziyê şer Basil Şedadê (Basil Dawûd) ên 21'ê Kanûnê de dema erkên xwe li herêma çiyayê Kewkebê pêk dianîn di êrîşa balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, li Goristana Şehîd Dijwar a gundê Dawûdiyê merasîm hat lidarxistin.
Merasîma ku ji hêla Meclisên Malbatên Şehîdan ve hat lidarxistin, endamên saziyên sivîl, leşkerî, ewlekarî, rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb, nûnerên Meclisa Rûspiyan û yên Kongreya Îslama Demokratîk beşdar bûn.
Di serî de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Birak Hesen Xelef destnîşan kir ku her çiqas dijmin hewl bidin îradeya gel têk bibin, dîsa jî ew ê negihîjin wê miradê.
Bi navê Federasyona Gaziyên Şer endamê wê Casim Xidir axivî û fedakariya şehîdan û ya şehîd Basil silav kir.
Bi navê Kongreya Îslama Demokratîk endamê wl Silêman Elî li ser mekaneta şehîdan axivî.
Bi navê HPC'ê jî endama wê Munewer Yûsif got: "Hedefgirtina jinan nîşan dide ku ew ji têkoşîna jinên azad ditirsin."
Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd Ebîr El Hisên li Goristana Şehîd Dijwar hat veşartin. Cenazeyê şehîd Basil ji bo Şedadê û yê şehîd Ehmed ji bo Til Birak hatin şandin.
Merasîm bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.