Rêveberiya Xweser: Heke êrîş were kirin wê DAÎŞ dîsa xwe ava bike
Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku heke dewleta Tirk êrîş ike wê encamên vê êrîşê gelekî giran be.
Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku heke dewleta Tirk êrîş ike wê encamên vê êrîşê gelekî giran be.
Di daxuyaniya Desteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Buroya Karûbarên Koçber û Penaberan de ev tişt hate gotin:
"Ewlehî û aramiya ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin bangê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de pêk anîne êdî ji her kesî re xuya ye. Ev hemû encamên hezkirin û hevgirtina hemû pêkhate û beşên civakê ye, di heman demê de encamên berxwedana wan a bêhempa ya li dijî rêxistinên herî terorîst ên DAIS û mîna wê ne. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikarîbûn xwe ji şerê li herêmê dûr bixe. Rêveberiya Xweser dikarî bi sed hezaran koçber û kesên ji ber şerê navxweyî reviyane bihewîne û bi wan re xwarin, vexwarin, cil û cih parve bike, her wiha bi deh hezaran penaberên dewleta cîran a Iraqê diezimîne.
Em dikarin bêjin ku pêla herî mezin û xeter a koçberkirina ber bi herêmên Rêveberiya Xweser di heyamên serkeftinên leşkerî yên li dijî dewleta xîlafetê bû.
Her wiha şerê li Baxozê ya bi alîkariya Koalîsyona Navadewletî re ku bû xaleke girîng di aloziya Sûriyeyê û Rojhilata Navîn de.
Di encama vî şerî de bi hezaran çekdar, malbatên wan ji zarok û jin xwe radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk kirin û li kampa Holê hatin bicihkirin ku mezintirîn kamp li Rojhilata Navîn e û ya herî xeter di cîhanê de ye. Li gorî serjimariyên fermî yên dawî 71 hezar û 658 koçber û penaber ji zêdeyî 60 dewletan di kampê de hene.
10 hezar û 454 mihacîr ji dewletên cuda yên cîhanê ji 3 hezar û 295 malbatên rêxistina terorîst pêk tê. Xeteriya van malbatan ji xeteriya bi hezaran endamên rêxistinê li navendên girtinê yên Hêzên Sûriye Demokratîk ne kêmtir e. Ew jî barên Rêveberiya Xweser ên madî û ewlehî zêde dikin.
Ligel gefên Tirkiyeyê yên êrîşkirina herêmê yên domdar bi hincetên nerast ku ji rastiyê dûr in, rojane bûyerên kuştin, qetilkirina bi kêrê û şewitandina koçber û penaberan lê rû didin. Tevî ku rêxistinên mirovî, aliyê ewlehiyê û rêveberî yên ku çavdêriya kampê dikin tehdîd dikin û hewl didin ji kampê birevin. Li rex wê jî jinên DAIŞ`ê xwe di nav kampê de bi rêxistin dikin, fikrê tundrew di nav zarokên biçûk de belav dikin. Ev isbat dike ku girêdanek xurt di navbera wan bûyeran de û gefên AKP`ê li ser zimanê serokê wê Erdogan heye.
Eger Erdogan cesaret kir û gefên xwe pêk bîne herêm wê di nav pêtên agirê û belavkirina tevliheviyê de be.
DAIŞ`ê dê xwe careke din bi rêxistin bike û dest bi qonaxeke nû ji kuştin, tundrewî û tevliheviya giştî bike, wê sînorên xwe di erdnîgariyek diyar de nehêle lê belê dê li tevahiya erdnîgariyan belav bibe. Li hember vê dîmena xeter û ruxmî bangawaziyên Rêveberiya Xweser ji civaka navdewletî re ji bo ku berpirsyariyên xwe bînin cih, em careke din bangawaziya xwe ji aliyên têkildarî karûbarên Sûriyeyê re dubare dikin ku berpirsyariyên xwe yên mirovî û hiqûqî bînin cih û hemwelatiyên xwe werbigirin. Erkên xwe yên madî û manewî li hember penaber û koçberên li herêmên Rêveberiya Xweser pêk bînin. Avakirina dadgehek navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girîng e da ku çeteyên DAIŞ`ê li gorî qanûnên navdewletî û rêgezên mafên mirovan werin darizandin."