Leşkerên Tirk li Efrînê sivîlek şehîd kir
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn navendê vê spedeyê hewl da ku kargeha sivîlê bi navê Ednan Reşîd talan bike.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrîn navendê vê spedeyê hewl da ku kargeha sivîlê bi navê Ednan Reşîd talan bike.
Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dema ku dikandarê bi navê Ednan Reşîd nehişt dikana wî talan bikin, ew şehîd kirin.
Çavkaniyên herêmî diyar kirin leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyê wê îro spedeyê hewl dan ku dikana welatiyê bi navê Ednan Reşîd talan bikin.
Dema ku Reşîd dît leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin dikana wî ya li navenda kantona Efrînê talan bikin, wî jî hewl da wan vegerîne.
Çavkaniyan destnîşan kir ku leşkerên Tirk û çeteyan gule berî wî dan û ew şehîd kirin.
Dewleta Tirk a dagirker 18`ê Adara 2018`an kantona Efrînê dagir kiribû û ji wê demê ve rojane li kantona Efrînê bûyerên kuştin, tecawiz û revandinê pêk tên.