Li Serêkaniyê bi deh hezaran kes li dijî dagirkeriya Tirk dimeşin
Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê yê ser bi Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi deh hezaran kes li dijî dagirkeriya Tirk dimeşin.
Li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê yê ser bi Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi deh hezaran kes li dijî dagirkeriya Tirk dimeşin.
Girseya gel li navenda bajarê Serêkaniyê ya Kantona Hesekê li hev kom bû û bi qîrîna dirûşmên li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dest bi meşê kirin.
Girseya gel ber bi Til Xelefê ve dimeşe. Di meşê de dirûşmên "Kurd, Ereb, Çeçen gelên Sûriyeyê yek in" tên qîrîn.
Bi heman rengî wê li bajarê Hesekê yê heman kantonê meşek pêk were.