Tirkiye êrîşê bîne wê kes dest û pî girêdayî nesekine
Berdevkê MSD'ê Emced Osman got heke Tirkiye êrîşê bîne ser herêmê gelên herêmê û QSD wê dest û pî girêdayî nesekine.
Berdevkê MSD'ê Emced Osman got heke Tirkiye êrîşê bîne ser herêmê gelên herêmê û QSD wê dest û pî girêdayî nesekine.
Der barê gefên serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan ên dawîn ên derbarê êrîşkirina li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, berdevkê fermî yê Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) Emced Osman ji ANHA‘yê re axivî û got: "Tevî pêkanîna Hêzên Sûriye Demokratîk tevahî bendên lihevkirina di navbera QSD’ê û Tirkiyê de ya bi navbeynkariya Amerîkayê, dîsa Tirkiyê gefên êrîşkirina li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilind kirin."
Emced Osman diyar kir ku gefên Tirkiyê yên nû, nîşaneya nerazîbûna der barê peymana sêalî ya di navbera QSD’ê, Amerîka û Tirkiyê de ye û wiha anî ziman: "Tirkiyê gefan li ewlehî û aramiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe."
Osman bal kişande ku armanca Tirkiyê û hevalbendên wê yên di komîteya destûrê de, têkbirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk, ewlehî û aramiya herêmê ye û wiha pêde çû: "Ihtîmalek mezin heye ku Tirkiyê gefên xwe pêk bîne."
Li dawiyê Emced Osman got: " Em di têkiliyên xwe de yên dîplomasî yên bi aliyên pêwendîdar der barê dosyeya Sûriyê de, berdewam in. Gelê herêmê, Rêveberiay Xweser û QSD’ê li hember çi êrîşeke li ser herêmê, destgirêdayî namînin."