ROJANE
Hemû Nûçe
-
Qeyûm, Şaredariya Dersimê veguherand qereqolê
Şaredariya Dersimê ya ku ji aliyê rejîma dagirker û faşîst a AKP-MHP’ê ve hatiye desteserkirin, bi bariyerên betonê hatin girtin. -
Cenazeyê Rojger Hêlîn li Hezexê hat veşartin
Cenazeyê yek ji du gerîlayên ku 23'yê Cotmehê li dijî TÛSAŞ’ê çalakî pêk anîn Rojgêr Hêlîn, li Hezexê hate veşartin. -
Kartal: Nûçeyên navenda şerê taybet bi temamî derew in
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal diyar kir ku nûçeyên navenda şerê taybet yên ku dibêjin Tevgera Azadiya Kurdistanê guh nade Rêber Apo bi temamî derew in û got: "Desthilat li ber hilweşînê ye, ev sala wê ya dawî ye, divê em têkoşînê mezin bikin." -
Dersim li ber xwe dide, Hevseroka Giştî ya DBP’ê hat bajêr
Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji bo piştgiriyê bide berxwedana li dijî desteserkirina Şaredariya Dersimê, hate bajêr. -
Kalkan: PKK veguherî dîrok, nasname û tarzê jiyana gelekî
Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan got, PKK bawer dike ku mirovê bi zane, yê xwe perwerde û rêxistin dike hêza herî mezin e, lewma têk naçe. -
ROJEVA 23’YÊ MIJDARA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê. -
HDK’ê li dijî desteserkirina vînê banga yekbûnê kir
HDK'ê li dijî destserkirina vînê banga yekbûnê kir û got, "Gelên li her çar aliyên Tirkiye û Kurdistanê wê bi berxwedana xwe rejîma qeyûman têk bibin.” -
DEM Partî: Em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku li dijî desteserkirinê rabin
DEM Partî bertek nîşanî desteserkirina şaredariyên Dersim û Pulurê da û wiha got: “Ferzkirineke teslîmiyetê pûç e, wê ti carî bi ser nekevin. Em bang li hemû hêzên demokrasiyê dikin ku mil bi mil li dijî desteserkirina vînê rabin.” -
5 sal ceza li polîsê ku Şerzan Kûrt qetil kir hat birîn
Dadgehê di doza Şerzan Kûrt ê ku di encama gulebarana polîsan de jiyana xwe ji dest dabû, 5 sal û 2 meh ceza li polîsê kujer birî. -
Polîsan êrîşî karkeran kir: 12 karker hatin binçavkirin
Bi daxwaza tazmînat û meaşê 2 mehan, 3 roj in karker li ber xwe didin. Polîsan êrîşî karkeran kir û 12 kes binçav kirin. -
Li Dersimê banga mezinkirina berxwedanê hat kirin
Hevserokê Giştî yê ESP'ê Mûrat Çepnî yê beşdarî çalakiyên li Dersimê bû, banga mezinkirina berxwedanê li gel kir. Sebahat Tûncel jî got, "Xuya ye Kurd bi awayekî fiêlî ji hemwelatîbûnê hatine derxistin.” -
Malbatan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêber Apo ji bo çûyîna Îmraliyê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Ayşegul Dogan: Ji bo çareseriyê guh bidin Abdullah Ocalan, tecrîdê rakin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan nerazîbûn nîşanî tecrîda li Îmraliyê da û got, "Guh bidin bang û peyama Abdullah Ocalan." -
Milîsên Medya Egîd ên HBDH'ê agir berdan febrîqeyekê
Milîsên Medya Egîd ên HBDH'ê li navçeya Çayirova ya Kocaeliyê agir berdan febrîqeyekê. -
ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê hatin girtin
Hevserokên DEM Partiyê yên Esenyûrtê Rojda Yilmaz û Abdullah Arinan hatin girtin. -
DEM Partiyê serdana YRP'ê kir
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan serdana Serokê Giştî yê YRP'ê Fatîh Erbakan kirin. -
Ji DAD'ê banga ji bo piştgiriya bi Dersimê re
DAD'ê diyar kir ku şaredariyên Dersim û Pulurê hedef hatine girtin û banga piştevaniyê kir. -
Hunermend Şêxmûs Demîr koça dawî kir
Hunermendê Kurd Şêxmûs Demîr, ku avakarê Koma Zerdeştê Kal bû li Elmanyayê koça dawî kir. -
Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan. -
Cezayê girtîgehê yê li rojnamevan Ozgur Paksoy hate birîn, hate erêkirin
Cezayê 2 sal, 13 meh û 15 roj ê li rojnamevan Ozgur Paksoy hate birîn, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. -
Li Rêber Apo 6 mehên din hevdîtin hate qedexekirin
Li Rêber Apo 6 mehên din hevdîtina bi parêzeran re hate qedexekirin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê wê li dijî biryarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bide. -
ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
‘Li Tirkiyeyê zarok bûne hedefa bingehîn a polîtîkayên şer’
Li Stenbol, Enqere, Îzmîr û Sêrtê bi boneya 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan a Cîhanê daxuyanî hatin dayîn û hate gotin: “Li Tirkiyeyê zarok bûne hedefa bingehîn a polîtîkayên şer." -
'Ji bo aştiyeke birûmet û çareseriya pirsgirêka Kurd divê tecrîd bi dawî bibe'
Hevseroka Giştî a DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di Civîna Rêxistinbûna Herêma Egeyê a DEM Partiyê de axivî û got: ‘’Ji bo aştiyeke birûmet û çareseriya pirsgirêka Kurd divê tecrîda Îmraliyê bi dawî bibe û Abdullah Ocalan biaxive.’’