ROJEVA 23’YÊ MIJDARA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê.

-Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku PKK veguheriyeke dîrok, ziman, nasname û tarzê jiyana gelekî.

- Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal diyar kir ku nûçeyên navenda şerê taybet yên ku dibêjin Tevgera Azadiya Kurdistanê guh nade Rêber Apo bi temamî derew in û got: "Desthilat li ber hilweşînê ye, ev sala wê ya dawî ye, divê em têkoşînê mezin bikin."

- Gerîlayên YJA Starê Zîlan Botan û Zîn Tolhildan diyar kirin ku divê li hember şîdeta li dijî jinan têkoşîn bê dayîn û gotin xweparastin ji bo jinan rêgezeke jiyanî ye.

- KCDK-E li dijî rejîma xespê banga tevlîbûna çalakiyên 25’ê Mijdarê kir ku wê bi pêşengiya TJK-E’yê li her devera Ewropayê bên lidarxistin.

-Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

-Çalakiyên ku wê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîn û Piştevaniya Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li ser Jinê li gelek cihan bên lidarxistin, wê bên şopandin.

-Nerazîbûn û çalakiyên li dijî desteserkirina şaredariyên Dersim û Pulurê wê bên şopandin.