Ji DAD'ê banga ji bo piştgiriya bi Dersimê re

DAD'ê diyar kir ku şaredariyên Dersim û Pulurê hedef hatine girtin û banga piştevaniyê kir.

Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) têkildarî cezayê girtîgehê yê li Hevşaredarê Dersimê Cevdet Konak hate birîn daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku cezayên li Hevşaredarê Dersimê Cevdet Konak û Şaredarê Pulurê Mûstafa Sarigul hatiye birîn biryarên siyasî ne û ji bo xelkê Dersimê hukmê xwe nîne.

Di daxuyaniyê de hate gotin, cezayên li şaredaran hatiye birîn amadekariya ji bo tayînkirina qeyûm e û xwest, tavilê bê betalkirin.

Bang li her kesî kir ku piştgiriyê bide hevşaredarên bi dengê xelkê Dersimê hatine hilbijartin.