ROJEVA 22'Ê MIJDARA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Endama Konseya Rêveber a KJK'ê Çîgdem Dogû diyar kir ku jin divê parastina xwe bi zanebûn, rêxisitnî û têkoşîneke bi rêk û pêk û bênavber xurt bike û got, "Bi Jin, Jiyan, Azadî em xwe diparêzin."

Ji platforma 'Jin bi hev re xurt in' Kubra Derîn anî ziman ku qeyûm sîstema hevserokatiyê krîmînalîze dikin, mafên jinan desteser dikin û şaredariyan dikin cihê rantê.

Romana ji sê bergan a nivîskar Mehmet Sait Uçlu ku 29'ê Adara 2021'ê li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da, bi navê 'Vejîna li welatê rojê-Amara' bi Kurdî hate wergerandin.

Gerîlayên HPG'ê: PKK ji partiyeke Kurdistanî veguheriye partiyeke navneteweyî û ji bo tevahiya mirovahiyê bûye qibleya hêviya azadiyê. Gerîlayên azadiyê jî di oxira vê armancê de 46 sal in bênavber têdikoşin.

Gerîlayê HPG'ê Çalak Mazlûm û gerîlaya YJA Starê Eylem Goksû Gabar destnîşan kirin ku têkoşîna azadiya jinê hîmê bingehîn ê paradîgmaya Rêber Apo ye û gotin, azadiya jinê azadiya mirovahiyê ye.

Newroz Ûysal diyar kir ku polîtîkayên li Kurdistanê yên dijminatiya li jinê ji polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk cuda nîne û destnîşan kir ku li hemberî vê rejîma qirkirinê şêweyê herî mezin ê parastinê, afirandina îradeyê ye.