ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Kurdistanê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çalakiyên li dijî desteserkirina şaredariyan wê bêne şopandin.

Parlamentera Euskal Herria Bildu (EH Bildu) ya Parlamenta Herêma Xweser a Baskê Oihana Etxebarrieta got, "Çareseriya pirsgirêka Kurd bi azadiya Birêz Ocalan dibe."

Hevşaredarê Xelfetiyê Mehmet Karayilan ku ji wezîfeyê hate dûrxistin, anî ziman ku li pişt tayînkirina qeyûm planên stratejî hene û bang li gel kir ku xwedî li şaredariyê derkeve.

Ciwanên enternasyonalîst diyar kirin ku tecrîda li ser Rêber Apo li dijî hiqûqa navneteweyî ye û gotin, "Fikir û felsefeya Abdullah Ocalan hêviyê dide me. Ji bo azadiya wî divê em têkoşîneke hevpar bimeşînin."

Colectiva Las Kompas li ber tecrîdkirina Rêber Apo rabû û destnîşan kir ku ji bo azadiya Rêber Apo ew ê bi hev re têbikoşin.