Qeyûm, Şaredariya Dersimê veguherand qereqolê

Şaredariya Dersimê ya ku ji aliyê rejîma dagirker û faşîst a AKP-MHP’ê ve hatiye desteserkirin, bi bariyerên betonê hatin girtin.

Duh êvarî qeyûm tayinî Şaredariya Dersimê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Şaredariya Pulurê ya CHP'î hat kirin. Walî Bulent Tekbiyikoglû yê wekî qeyûm tayinî Şaredariya Dersimê hat kirin, ewilî danê sibehê derdora şaredariyê bi bariyerên betonê girt.

Wê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û parlamenteran îro tayinkirina qeyûman bê protestokirin.