Nerazîbûn û çalakiyên ku piştî cezayê girtîgehê ya 6 sal û 3 meh li Hevşaredarê Dersimê Cevdet Konak hatî birîn destpê kirin, bi serdanên dikandar û meşan dewam kir. Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Mûrat Çepnî, rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Çewlîgê û gelek kes hatin serdana şaredariyê. Piştî wê dikandar hatin ziyaretkirin. Kesên heta Qada Seyît Riza meşiyan li vir daxuyanî dan.
Hevserokê Giştî yê ESP’ê Mûrat Çepnî, destnîşan kir ku cezayên li hevşaredarê Dersimê Cevdet Konak û Şaredarê Ovacikê Mûstafa Sarigul hatiye birîn, darbe li îradeya gel xistin e. Çepnî wiha got, “Desthilatdariya AKP-MHP'ê bi polîtîkaya tepisandinê ya li dijî gelan pêş xistiye re hewl dide hebûna xwe bidomîne. Têkoşîna li dijî qeyûm, têkoşîna demokrasiyê ye. Heke em vê têkoşînê bi ser bixin em ê nanê xwe, azadiya xwe, siberoja xwe bi ser bixin. Desthilatdarî bi hêzên xwe yên leşkerî dikarin bajêr dagir bikin, dikarin cezayan li şaredarên me bibirin, lê ti carî nikarin dest deynin ser îrada gelê me. Em careke din ji Qada Seyît Riza diqîrin, em hînê lîstikên we bûne, lê em ê berxwedana xwe teqez bi ser bixin, divê her kes bibihîze û zanibe. Em bang li gelê xwe dikin ku bi berxwedana xwe re di nava piştevaniyê de bin."
‘KURD BI AWAYEKÎ FİÊLÎ JI HEMWELATÎBÛNÊ TÊN DERXISTIN’
Sebahat Tuncel a hatibû Dersimê jî got ku daraz ji Dadgehên Îstîklalê heta Dadgehên Cezayên Giran her tim li dijî Kurdan û muxalîfan hatiye bikaranîn. Sebahat Tuncel, anî ziman ku cezayê li Konak hatiye birîn jî di vê çarçoveyê de ye û wiha got: “Ji sala 2015’an heta niha heman siyaset. Em ji bo bibêjin ‘êdî bes e’ hatin vê derê. Dema ew siyasetê dikin li gorî qanûna partiyên siyasî maf e lê dema em dikin qanûna ‘têkoşîna li dijî terorê’ dikeve meriyetê. Mesele ew e ku Kurdan weke hemwelatî nabînin. Kurd bi fiêlî ji hemwelatîbûnê derxistine. Niha li dijî Kurdan hiqûqeke taybet di meriyetê de ye.”
Tuncel û şandeya pê re li Taxa Siyengê çûn serdana dikandaran û banga hestiyariyê kirin.