Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan.

SERLÊDANA JI BO HEVDÎTINÊ

Parêzerên Rêber Apo ji bo hevdîtinê bi muwekîlên xwe re bikin careke din serlêdan kirin. Serlêdan ji aliyê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Raziye Ozturk, Rezan Sarica, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ve hate kirin.

Parêzerên ku serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan her wiha xwestin muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî bibînin.

Di nava 8 salan de herî kêm 14 caran ji bo 6 mehan qedexeya hevdîtina bi parêzeran re li Rêber Apo hate ferzkirin.