'Ji bo aştiyeke birûmet û çareseriya pirsgirêka Kurd divê tecrîd bi dawî bibe'

Hevseroka Giştî a DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di Civîna Rêxistinbûna Herêma Egeyê a DEM Partiyê de axivî û got: ‘’Ji bo aştiyeke birûmet û çareseriya pirsgirêka Kurd divê tecrîda Îmraliyê bi dawî bibe û Abdullah Ocalan biaxive.’’

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) civîna xwe ya birêxistinbûnê ya Herêma Egeyê li dar xist.  Civîn li navçeya Bayrakli a Îzmîrê hate lidarxistin û Hevseroka Giştî a DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan Sûltan Ozcan, parlamenterên DEM Partiyê, rêveberên bajêr û navçeyên Herêma Egeyê yên DEM Partiyê  û endamên partiyan beşdarî civînê bûn.

‘SIYASETA HEVSENGIYÊ YA TIRKIYEYÊ KETE NAV DEST Û PIYAN’

Hatîmogûlları di civînê axivî û bal kişand ser rageşiya li Rojhilata Navîn a zêde dibe û diyar kir ku şerê Îsraîl û Îranê yê muhtemel wê bi xwe re gelek felaketan bîne.  Hatîmogûllari da zanîn ku bi taybetî jî dibê geşedanên li Rojava werin nirxandin û ev yek anîn ziman: ‘’Tirkiye di nava nakokiyan de siyasetê dike. Lê belê siyaseta Tirkiyeyê ya heya niha ne xwe dispêre diyaloga dîplomatîk ne jî ya aştiyane. Bi salan e em îfade dikin ku wê siyaseta ku Tirkiye bi rê ve dibe, bikeve nava dest û piyên Tirkiyeyê û îro em bi awayekî zelal dibînin ku di nava wê rewşê de ye.’’

‘DIVÊ TÊKOŞÎNA JI BO AŞTIYÊ WERE MEZINKIRIN’

Tulay Hatîmogûllari iyar kir ku ew di pêkanîna aştiyê de bi israr in û got ku divê têkoşîna ji bo aştiyê were mezinkirin û got: ‘’Di van demên dawî de emli hemû cihan dibînin ku nîqaşên têkildarî Birêz Ocalan, çareseriyê û geşedanên nû tên kirin. Me careke din dît ku di nava civaka Tirkiyeyê de beşeke mezin a niha vê pirsgirêkê dinirxîne û pirsgirêka Kurd bûye rojeva Tirkiyeyê.’’

‘DIVÊ TECRÎDA ÎMRALIYÊ WERE RAKIRIN Û BIRÊZ OCALAN BIAXIVE’

Hatîmogûllari anî ziman ku aktorê sereke yê çareseriyê Rêber Apo ye û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: ‘’Em di wê baweriyê de ne ku rabûna tecrîda Îmraliyê, azadbûna Birêz Ocalan û diyalogên têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd wê ne tenê ji bo Tirkiyeyê û gelê Kurd wê ji bo hemû gelên herêmê baş be. Wê ji bo aştiya herêmê bibe xizmeteke baş.  Ji ber vê yekê jî em dibêjin ku divê tecrîda Îmraliyê rabe û Birêz Abdullah Ocalan biaxive.’’