Cezayê girtîgehê yê li rojnamevan Ozgur Paksoy hate birîn, hate erêkirin

Cezayê 2 sal, 13 meh û 15 roj ê li rojnamevan Ozgur Paksoy hate birîn, ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin.

Di doza bi îdîaya "propagandaya rêxistinê" de ku 4'ê Çileya 2016'an li hemberî rojnamevan Ozgur Paksoy hate destpêkirin, cezayê girtîgehê hate birîn û ceza hate erêkirin.

Dadgeha herêmî ji ber 16 nûçeyên Paksoy ên li ser medya dîjîtal hatin parvekirin, daxwaza ceza kir. Her wiha parvekirinên li hesabên medya dîjîtal ên ne yên wî ne jî li dosyayê hatin bicihkirin. Dadgeha Cezayê Giran a 2'yemîn a Şirnexê bi hinceta parvekirinên nûçeyan 2 sal 13 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li Paksoy birî. Dadgeha Bilind jî ceza pejirand.