DEM Partiyê serdana YRP'ê kir
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan serdana Serokê Giştî yê YRP'ê Fatîh Erbakan kirin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan serdana Serokê Giştî yê YRP'ê Fatîh Erbakan kirin.
Hevserokên Giştî yên Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan serdana Serokê Giştî yê Yenîden Refahê (YRP) Fatîh Erbakan kirin. Piştî serdanê civîneke çapemeniyê ya hevpar hate lidarxistin.
Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku di hevdîtinê de bûyerên li Tirkiye û herêmê hatine nirxandin û nerazîbûn ji desteserkirina şaredariyan re nîşan da.
Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku civînê de nîqaşên li ser pirsgirêka Kurd jî ketin rojevê û got, "Em li ser gavên dikarin bêne avêtin axivîn. Em hêvîdar in ku nîqaşên nû yên têne kirin me ber bi aştiyeke civakî ve bibe."
Erbakan jî nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyan da û diyar kir ku bi DEM Partiyê re di vê mijarê de hemfikir in. Erbakan got, "Weke Partiya Yenîden Refah, weke ku me timî got, ji bo radestkirina mafên xwişk û birayên me yên Kurd ên li Başûrrojhilat û Bakurê Anatoliyê em ji her demê bêhtir amade ne."
NERAZÎBÛNA LI HEMBERÎ TECRÎDÊ
Tulay Hatîmogûllari li ser tecrîda li Îmraliyê jî got, "Qedexeya li ser tecrîdê bi dawî nebûye, tenê dema wê hatiye dirêjkirin. Ev pêkanîn jî dirêjkirina wê demê ye. Têkildarî vê yekê em pêvajoya hiqûqî pêk tînin. Têkoşîna me ya di vê mijarê bê navber dewam dike. Têkildarî cezayê hevdîtinê yê 6 mehan gavên me yên ji bo peydakirina çareseriya siyasî û hiqûqî wê dewam bikin."