Wezîrên Îran û welatên Ereb li Norwêcê kom dibin
Wezîrên karên derve yên Îran, Sûriye, Siûdî Erebistan, Misir û Ummanê vê hefteyê di çarçoveya foruma aştiyê ya salane ya li Norwêcê tê lidarxistin de, wê kom bibin.
Wezîrên karên derve yên Îran, Sûriye, Siûdî Erebistan, Misir û Ummanê vê hefteyê di çarçoveya foruma aştiyê ya salane ya li Norwêcê tê lidarxistin de, wê kom bibin.
Hikûmeta Norwêcê roja Sêşemê daxuyanî da û ragihand ku welatên navborî, wê li Norweçê kom bibin.
Sermuzakerevanê nukleer ê Îranê Seyed Abbas Arakçi, ji Sûriyeyê Esad el-Şeybani, Prensê Siûdî Faysal bin Farhan, ji Misirê Bedr Abelatti û ji Ummanê Badr al-Busaydi rojên çarşem û pencşemê wê beşdarî Foruma Osloyê bibin.
Ev civîna salane ya ku ji bo mijarên aştiyê ye, li Lørenskog a ku 15 km ji paytexta Norweçê dûr e, wê bi rengekî girtî were lidarxistin.