Li Manîsayê ji bo Ferdî Zeyrek merasîma veşartina cenaze

Cenazeyê Şaredarê Bajarê Mezin ê Manîsayê Ferdî Zeyrek hate veşartin ku roja ewilî ya cejnê piştî bi elektrîkê ket, hat rakirina nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest da.

Merasîma veşartina cenaze li ber avahiya şaredariyê hate kirin. Malbata Zeyrek, Waliyê Manîsayê Vahdettîn Ozkan, Serokê Partiya Gel a Komarê (CHP) Ozgur ozel, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, parlamenterên CHP’ê, partiyên siyasî û nûnerên saziyên civakî yên sivîl jî di nav de, bi hezaran kes beşdarî merasîmê bûn.

Di merasîmê de ji bo bîranîna Zeyrek axaftin hate kirin, cenazeyê wî birin Mizgefta Hatuniye.

Piştre ji bo nimêja cenaze, cenazeye Zeyrek anîn Qada Cûmhûriyetê.

Cenaze li qebristana malbatê ya li Goristana Çatal a li navçeya Şehzadeler hate veşartin.

Li Salona Fatih Sergi ya li Qada Cûmhûriyetê sersaxiyên ji bo Zeyrek tên qebûlkirin.