Rojnameyê diyar kir ku zimanê nefretê yê Erdogan di nav gelê Ermen de yê ku di qirkirina sala 1915’and e herî kêm milyonek Ermen hatibûn kuştin, rê li ber aciziyê vedike.
Di gotara rojnameyê de hate diyarkirin ku rojeva Îslamî ya Erdogan dişibe wekî ya çeteyên DAÎŞ’ê û got ku, “Erdogan li dijî ewlehî û jiyana me êdî gefeke gelekî mezin e. Erdogan xwediyê yek ji artêşa herî xurt a NATO’yê ye û li Iraq, Sûriye, Lîbya, Azerbaycan, Somalî û Bakurê Kibrisê baregehê wê yên leşkerî hene. Ji bo ku li dijî Kurd, Ermen û Siryanan şer bikin Erdogan meaşê cîhadîstan dide. Erdogan li Lîbyayê li dijî laîkan şer bike. Erdogan peymanên navneteweyî bin pê dike û bi keştiyan çekan dişîne Lîbyayê.”
Rojname û nivîskar Kurdo Baksî di gotara xwe de bang li civaka navneteweyî dike ku ji bo Erdogan were sekinandin bila têkevin nav hewldanan.