JinNews: Mehekê herî kêm 19 jin û zarokek hatin qetilkirin

Li gorî daneyên Ajansa Jinê JinNews meha Hezîranê herî kêm 19 jin û zarokek hatin qetilkirin, jin û zarok jî di nav de 10 kes bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.

Ajansa ku nûçeyên têkildarî jinan çêdike, diyar kir ku meha Hezîranê 19 jin û zarokek hatin qetilkirin, 6 jin û 4 zarok jî bi gumanbarî jiyana xwe ji dest dan.

Agahiyên li ser detayên bîlançoyê bi vî rengî ne:

5 jin ji aliyê mêrên pê re zewicandî, 2 jin ji aliyê xizmên xwe ve, jinek ji aliyê mêrê jê veqetiyaye, du jin ji aliyê kesê nas nakin ve, gumanbarê 3 jinan nayê zanîn, 2 jin ji aliyê kurê xwe ve, jinek ji aliyê hevjînê dest jê berdaye, 2 jin ji aliyê mêrê pê re dijîn, jinek ji aliyê mêrê ku nas nakeve hat qetilkirin.
 
Li ser Semsûrê 1, li Amedê 2, Edenê 4, li Stenbolê 2, li Rihayê1, li Şirnexê 1, Bursayê 2, li Îzmîrê 1, Burdurê 1, Sakaryayê 1, Antalyayê 1, Bilecikê 1, Hatayê jinek hat qetilkirin.