Li paytexta Rûsya Moskowayê, ji bo şermezarkirina komploya 9'ê Cotmeha 1998'an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, civînek pêk hat.
Piştî nîşandana sînevîzyonê de nûnerê KCK'ê Ferman Garzan li civînê axivî û diyar kir ku komplo di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd hatiye kirin.
Ferman Garzan bal kişand ser êrişkariya dewleta Tirk a vê dema dawiyê û got, "Dewleta Tirk a faşîst di çarçoveya konseptekê de tevdigere. Hêzên li pişt vê konseptê ne û yên ku komploya navnetweyî li dar xistin heman hêz in."
SARATOV
Li herêma Saratovê jî Kurd li gundê Logînova yê navçeya Krasnekûtê li hev civiyan û bi daxuyaniyekê komploya 9'ê Cotmehê şermezar kirin.
Hevserokê Meclîsa Gel Ramazan Bûdakov bi navê Kurdên li Krasnokûtê axivî û diyar kir ku komplo 22 sal in bênavber dewam dike.
Bûdakov destnîşan kir ku li gel êrişên dewleta Tirk a faşîst jî gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê bi rengekî serketî li ber xwe dide.
Bûdakov diyar kir ku heta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe wê gelê Kurd li her devera cîhanê têkoşîna xwe bênavber dewam bikin.
YEKATERÎNBÛRG
Li bajarê Yekaterînbûrgê jî Kurdistanî li dijî komployê li hev kom bûn. Bi navê Kurdên Êzidî yên li Yekaterînbûrgê Serokê Dîaspora Kurdên Êzidî ya Yekaterînbûrgê Xidirê Rezo û Berpirsyarê Komîteya Ciwanan Rustamê Şahîsmaîl axivîn û diyar kir ku Ocalan îradeya gelê Kurd e, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd jî yekane muxatabê gelê Kurd e.
Qisekeran bi bîr xist ku yekane armanca hêzên komploger teslîmgirtina têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd bû, lê di nava 22 salan de nekarîne bi ser bikevin.
Di civînê de hate destnîşankirin ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşîna xwe bênavber dewam bikin.