Nêzî 6 salan cezayê girtîgehê li rojnameger Dayan birîn
Nêzî 6 salan cezayê girtîgehê li rojnameger Arafat Dayan hate birîn. Dayan gerînendeyê karê nivîsan ê rojnameya Demokratîk Ûlûsê bû.
Nêzî 6 salan cezayê girtîgehê li rojnameger Arafat Dayan hate birîn. Dayan gerînendeyê karê nivîsan ê rojnameya Demokratîk Ûlûsê bû.
Dayan ji ber hincetên ‘Propagandaya rêxistinê kiriye’ û ‘Weşanên rêxistinê çap kiriye’doz lê hatibû vekirin.
Rûniştina dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya 23’emîn hate kirin. Dayan tevlî rûniştinê nebû, parêzerê wî bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû.
Heyeta dadgehê bi sûcdariya ‘propagandaya rêxistinê kiriye’ 3 sal û 6 meh û bi sûcdariya ‘weşanên rêxistinê çap kiriye’ jî 2 sal û 4 meh cezayê girtîgehê li Dayan birî.