Li Teksasê ji ber lehiyê herî kêm 50 kes mirin
Hat ragihandin ku li eyaleta Teksas a li başûrê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji ber lehiyê herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan kes jî winda ne.
Hat ragihandin ku li eyaleta Teksas a li başûrê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) ji ber lehiyê herî kêm 50 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi dehan kes jî winda ne.
Roja Îniyê ji ber baranên tund karesata lehiyê çêbû. Li navçeya Kerr ku herî zêde ji lehiyê bandor bû, 43 kesan jiyana xwe ji dest dan, li 3 navçeyên din jî bi giştî 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Şerîfê Kerr Country, Larry Lethia daxuyanî da çapemeniyê û got, “Li navçeya Kerr me cenazeyên 43 kesan dît. Di nava kesên mirî de, 15 zarok jî hene.”
Şerîf her wiha diyar kir ku nêzî 750 zarok tevlî kampa havînê ya keçan a Xrîstiyan a li peravê Çemê Guadalupe bûn û 27 ji wan hîna winda ne.
Li gorî malpera înternetê ya Kerrville, midûr û xwediyê ‘Camp Mystic’ jî jiyana xwe ji dest da. Her wiha berpirsek din ê kampeke din a betlaneyê jî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî medyaya herêmî, ava çem ket bajarokê bi navê Kent û zirar da avahiyan. Stasyoneke benzînê tune bû. Li bajarokê Kerrville ya cîran, asta avê nêzî 10 metreyan bilind bû.
Nêzî 500 rayedarên rizgarkirinê û 14 helîkopter hatin wezîfedarkirin. Muhafizên Neteweyî ya Teksasê û hêzên ewlekariyê jî taqwiye şandin.