ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2020'AN

Rojeva Navenda Nûçeyan a Kurdistan, Tirkiye û cîhanê.

Hewldanên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan ên ji bo çareseriyê û aştiyê li bin guhê konsepta tasfiye û rizandina bi tecrîdê ya dewleta Tirk diketin. Tevgera Azadiyê ya Kurd di nava sala 2004'an de êdî li ber biryardanê bû.

Çalakiya rûniştinê ya mehekê wê bê şopandin, ku li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê dest pê kir.

Nûnerên Êzidiyan peymana PDK û hikumeta Iraqê ya li ser Şengalê nirxandin û peyman weke "Peymana sûcdaran û xayinan" bi nav kirin. Nûneran diyar kirin ku peyman dewama fermana 73'an e.

Di Cenga Heftanînê de şervanan dest bi stranekê kiribûn. Beriya çar mehan. Vê cengê bi vî rengî dest pê kiribû û bi stranan dewam dike.

Gerîla Şerzan Kato ku ji bo hilanîna tola gelekî ku êrişên tunekirinê li ser hebû, di sala 2012'an de tevlî nava refên gerîla bû, sala 2019'an li Botanê şehîd bû.