‘Em rê nadin xebatên çetetiyê’
Sepandinên sîxûriyê yên endam û rêveberên HDP’î yên partî û navçeyan ku her diçe zêdetir dibe, bi daxuyaniyeke ya li Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê bi civîneke çapemeniyê tehşîrkirin.
Sepandinên sîxûriyê yên endam û rêveberên HDP’î yên partî û navçeyan ku her diçe zêdetir dibe, bi daxuyaniyeke ya li Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê bi civîneke çapemeniyê tehşîrkirin.
Sepandinên sîxûriyê yên endam û rêveberên HDP’î yên partî û navçeyan ku her diçe zêdetir dibe, bi daxuyaniyeke ya li Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê bi civîneke çapemeniyê hate protestokirin.
Civîna çapemeniyê ya bi tevlîbûna Hevserokê HDP’ê yê navçeyê Seyrî Îpek, endamê MYK a HDP’ê Ferhat Encû û rêveberê navçeya Fatîh Mîthat Tanritanir ê sîxûrî lê hate ferzkirin, ewilê rêvebera Şaxa ÎHDP’ê Leman Yûrtsever axivî.
Yûrtsever anî ziman ku têkildarî polîtîkayên sîxûriyê gelek serlêdan ji bo wan hatiye kirin, diyar kir ku ev rêveber mîna salên 1990’î ye. Yûrtsever destnîşan kir ku aramanca vê rêveberiyê ne agahî girtin, xistina kes, zext lêkirin, ji jiyana civakî dûrxistin, bêkesayetkirine. Yûrtsever diyar kir ku wê ÎHD van polîtîkayan tehşîr dike û wê bidomîne.
Rêveberê navçeya Fatîh a HDP’ê Mîthat Tanritanir ê sîxûrî lê hate ferzkirin ev got: “ Du kesên li koşeyek sekinîbûn ku xwe polîs dan nasîn pirsa nasnameya min kirin. Destpêkê derew li min kirin, gotin li Samatayê dizî pêkhatiye û şahidan jî ez nîşan dame. Min jî got, ‘temam’ gotin; ‘biçin qereqolê’. Min li wesayîtek bê pîlaqe siwar kirin. Piştre min dît ku wesayîteke din a bê pîlaqe me dişopîne. Gotin em biçin emniyetê lê li cihek nêzî emniyê wesayîtê rêya xwe guhert. Min pirs kir ku em diçin kû. Ji bo min gotin; ‘zêde pirsan neke’. Xwestin çavê min bigirin, lê min qebûl nekir. Min dît ku wesayît kete goristanê. 3 wesayît ketin goristan û bi qasî 9 polîs derketin û raste rast ajantî teklîfî min kirin. Gef kirin. Ji min xwest ku agahiyên ku di civînên girtî yên HDP’ê de bên kirin, ji bo wan ragihînim.”
Tanritanir diyar kir ku HDP partiyeke siyasî ye û wê ti demê serî netewînin.
Endamê MYK a HDP’ê Ferhat Encû jî diyar kir ku demê dawî polîtîkaya revandin û sîxûriyê bûye modayek. Encû got: “Ev pratîk patîka çeteyan ne. Rêbazên revandinê yên ciwan û rêveberên partiyeke siyasî xebatên çetetiyê ne. Em van qebûl nakin û hewldanên me yên hiqûqî yên di vê mijarê de bidome.”