‘Dewrêşê Serdemê, Egîdê Şengalê rûmeta Êzdîxanê ye!’

KCÊE, Fermandarê Botanê Egîd Civiyan bibîr anî û got: “Egîdê Şengalê û Dewrêşê serdemê bi berdala lehengî û xwina ciwanên Kurdistanê, mizgîniya rizgarkirina Şengalê da civaka Êzidî û Êzdîxanê û ew radestî zarok, jin û ciwanên Şengalê kir.

Kordînasyona Civaka Êzdîxan a Ewropa (KCÊE ) bi daxuyaniyekê Endamê Konseya Biryargeha HPG'ê û Fermandarê Qada Botanê Vahiyettîn Karay (Egîd Civyan) ku li Wanê şehîd bûbû bibîr anî.

Kordînasyona Civaka Êzdîxan a Ewropa (KCÊE ) ev tişt got: “Egîd Civyan piştî Fermana 3'yê Tebaxa 2014'an bi sedan hevrêyên xwe re, di nava hemû şert û mercen zehmet de, xwe gihand bi haware Êzdîxanê ve û li pêşiya Fermanê sekinî. Fermandar Egîd li dijî qirkirina civaka Êzidî û Şengalê bi hevrêyên xwe re şerê hovîtî û faşîzmê kir û pîlanên hêzên qirker û dagirker têk birin.

Ew bû Dewrêşê sadsala 21'an û Egîdê Şengalê. Tevî hemû zehmetî û bêderfetiyan jî, wî Çiyayê Şengalê û civaka Êzidî ji dorpêça faşîzma DAÎŞ'ê rizgar kir û bi sadhezaran gelê me derbasî herêmên bi ewle kirin. Bi wê jî nema heya Şengal bi giştî ji bin destê dagirkeran rizgar kir, têkoşîn û şerekî dijwar da meşandin. Di encama vî şerî de, bi dehan şervan û hevrêyên wî bûn cangoriyê ax û baweriya Êzdîxanê. Egîdê Şengalê û Dewrêşê serdemê bi berdala lehengî û xwina ciwanên Kurdistanê, mizgîniya rizgarkirina Şengalê da civaka Êzidî û Êzdîxanê û ew radestî zarok, jin û ciwanên Şengalê kir.

Li ser gorîbûna canê ciwan û keda wan, civaka Êzidî û ciwanên wê, ji aliyê Egîdê Şengalê ve hatin perwerdekirin, birêxistinkirin û bûn hêz. Bi vê yekê re hîmê îradeya azad ya civaka Êzidî û Xweseriya Şengalê hat avêtin. Her weha ji bona tifaq û yekîtiya civaka Êzidî bê avakirin û parastin, heya kêliya dawî ku li Şengalê bû, bê rawestandin kar û xebat da meşandin. Tevî hemû hewldanên xêrnexwazan jî, Fermandar Egîd bi Mam Zekî re, pêşî li bêtifaqî û şerê navxweyî yê di nav civaka me de li Şengalê girt û bû sembola tifaq û tevahiyê.

Fermandarê Şengalê, Dewrêşê serdemê, endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û Fermandarê Herêma Botanê Egîd Civyan, bi ruhê cangoriyên 73 Fermanan û azadiya Kurdistanê, di 11'ê Îlona 2020'an de, li qada Masîro ya navçeya Şaxê ya Wanê, di şerekî dijî hêzên dagirker û qirkeran de, bi lêhengî, mêrxasî û mîna navê xwe bi Egîdî, şer kir û bi hevrêyên xwe Canfeda Goyî (Tekîn Yildirim) û Hebûn Girêspî (Xelîl Kavûs) de, tevlî karwanê cangoriyên Kurdistan û Êzîdxan bû. Em sersaxiyê di sêri de ji malbatên cangorî Fermandarê Şengalê Egîd Civyan, Canfeda Goyî û Hebûn Girêspî re dikin û dibêjin ber serê tevahiya Êzdîxan û Kurdistanê sax be!

Em Koordînasyona Civaka Êzdîxan a Ewropa (KCÊE) soza xwedîderketina doz û armancên Dewrêşê Serdemê Egîdan didin, hemû cangoriyên Êzîdxan û Kurdistanê di kesayetiya wî de bibîrtînin û dibêjin xwediderketina li Êgîdan, xwedîderketina Êzdîxan û Kurdistana azad e. Bi van hest û ramanan, em bang li tevahiya civaka xwe dikin ku tevlî merasimên biranînê yên Fermandar û rûmeta Êzdîxanê Egîd Civyan û hevrêyên wî bibin û li doza wan xwedî derkevin. Bi taybetî jî em bang li civaka xwe dikin ku tevlî merasîma biranînê a ku di 18'ê Cotmehê de, li bajarê Elmanya Emmerîchê tê lidarxistin bibin.”