Dema nezaretê ya dayikên aştiyê dîsa hate dirêjkirin

Li Rihayê 4 dayikên aştiyê jî di nav de 12 kes hatibûn destgîrkirin. Dema nezaretê ya kesên hatibûn destgîrkirin, dîsa hate dirêjkirin.

Li Rihayê di 6’ê Cotmehê de bi hinceta ku ‘endamên rêxistinê ne’ 4 dayikên aştiyê jî di nav de 12 kes hatibûn destgîrkirin. Dema nezaretê 4 rojan hate dirêjkirin. 12 kes îro anîn dadgegê û Hakîmtiya Cezayê Sulhê dema nezaretê ya 12 kesan 4 rojên din jî dirêj kir.

Derbarê dosyeya 12 kesan biryara nepenîbûnê heye. Di 6’ê Cotmehê de ev kes hatibûn destgîrkirin: “Dayikên aştiyê Hadle Ogûr, Fatma Akbaş, Adalet Çay û Meyaser Korkmaz. Endamê Meclîsa Şaredariyê ya Sirûcê Îsmaîl Kapan, Cebraîl Ogûr, Omer Bozdal, Denîz Agacgoz, Celal Altûn, Kader Delîkan, Aynûr Delîkan û Mehmet Tekîn.”