Li Meletiyê 4 kes hatin girtin

Li Meletiyê 4 kes hatin girtin

Li Meletiyê di 8’ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de 6 kes hatibûn destgîrkirin. Piştî îfadeyên li emniyetê bi dawîbûn Alî Pîro, Hasan Basrî Çiplak, Saît Pektaş û Alî Yilmaz sewqî edliyê hatin kirin. Dozger bi îdîaya her çar kes “endamên rêxistinê ne” sewqî dadger kir. Dadger îfadeyên wan girt û bi heman îdîayê biryara girtinê derbarê her çar kesan da û ew şandin Girtîgeha Tîpa M a Meletiyê.

Husamettîn Kûrûltay ê 75 salî û Fatma Încesû piştî îfade dan dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Li aliyê din Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Akdaga Meletiyê Mahîr Aslan û Abûzer Adiyaman, Bîrgul Dogan, Azîz Dogan û Basrî Aslan ên di 10’ê cotmehê de hatibûn destgîrkirin jî hê jî li emniyetê tên ragirtin.