Hevserokatiya Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) têkildarî şehadeta endamê Konseya Fermandariyê ya HPG'ê û Fermandarê Herêma Botanê Egîd Civyan (Vahdettîn Karay) û planên vê dawiyê yên li ser Şengalê tên kirin, daxuyaniyek weşand.
Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, "Di serî de malbata hêja ya Egîdê me, em ji gelê Geverê yê welatparêz, gelê me yê herêma Botanê, hêzên gerîla yên leheng û tevahiya gelê Kurdistanê û Êzidxanê re sersaxiyê dixwazin."
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku fermandar Egîd Civyan tevî hevrêyên xwe civaka Êzidî ji nava lepên hovîtiya DAÎŞ'ê rizgar kir, bi mezintirîn operasyona însanî 150 hezar Êzidî ji komkujiyê rizgar kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Bi têkoşîna xwe ya qehremanî Şengal ji DAÎŞ'ê rizgar kir. Di kesayetiya Mam Zekî Şengalî, hevrê Egîd û hevrêyên wî de şehîdên Êzidxanê û Kurdistanê hemûyan bi rêzdarî bi bîr tînin."
'BIRYARA HEWLÊR Û BEXDAYÊ BINPÊKIRINA HEBÛNA CIVAKA ÊZIDÎ YE'
MŞD'ê di dewama daxuyaniyê de bal kişand ser biryara ku rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê di 9'ê Cotmehê roja komploya navneteweyî de li dijî Şengalê wergirtin û destnîşan kir ku ev biryar cihê şerm û şermezariyê ye, binpêkirina hebûna civaka Êzidî ye.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dema DAÎŞ'ê êriş bir ser Şengalê hem PDK'ê hem jî hikumeta navendî ya Iraqê hêzên xwe yên li Şengalê vekişandin û bi vî rengî Êzidî nava hovîtiya DAÎŞ'ê de hiştin.
MŞD'ê ragihand ku yên li dijî DAÎŞ'ê şer kirin, berdêlên giran dan YBŞ, YJŞ, Asayîşa Êzidxanê û civaka Êzidî ye û diyar kir, "Lê belê PDK û hikumeta Bexdayê gihîştin hev û biryarên li ser binpêkirina civaka Êzidî dan. Ev peyman qet nayê qebûlkirin. Em vê peymanê weke cihê metirsiyê dibînin, ji ber ku li dijî demokrasiyê ye, binpêkirina mafên mirovan e."
MŞD'ê destnîşan kir ku ev yek peymana navbera PDK û hikumeta Bexdayê ya fermana 3'ê Tebaxa 2014'an tîne bîra wan û wiha dewam kir: "Beriya sala 2014'an îrade û siyaeta partiyan li ser Êzidiyan dihate ferzkirin, lê ew dem derbas bûye. Civak îro xwedî îrade ye, xwedî armanc e. Lewma mafê wan hêzan nîne ku Êzidî di destê DAÎŞ'ê de hiştin ku niha biryarê li ser Şengalê didin. Yên ku biryarê li ser paşeroja xwe bidin sazî û dezgehên li Şengalê ne. Lewma ya herî rast ew e ku ji bo paşeroja Şengalê divê bi Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê re hevdîtin bê kirin."
MŞD'ê daxuyanî û helwesta Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ya li dijî peymana 9'ê Cotmehê silav kir û diyar kir ku bêyî Êzidiyan li ser Şengalê ti peyman û lihevkirin nayê qebûlkirin.
BANG LI NETEWEYÊN YEKBÛYÎ: DERÎ LI FELAKETÊN NÛ VENEKE, ÎRADEYA ŞENGALÊ NAS BIKE
MŞD'ê ragihand ku wê bi hemû hêza xwe li dijî siyaseta qirêj a li ser Şengalê bikevin nava liv û tevgerê û têkildarî helwesta Neteweyên Yekbûyî jî diyar kir ku li şûna qirkirina li Şengalê nas bike û lêkolîn bike ku kî bûye sedem, berevajî vê yekê derî li felaketên nû yên komkujî û tinekirina Êzidiyan vedike.
Di daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî hate kirin ku şaştiya xwe sererast bike û îrade û statuya Şengalê nas bike.
BANGA BERXWEDAN Û YEKÎTIYÊ LI CIVAKA ÊZIDÎ HATE KIRIN
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang li civaka Êzidî hate kirin; "Bi yekîtî û tifaqê em ê karibin Êzidxaneke serbixwe misoger bikin. Ji bo wê divê her kes vê yekê ji bo xwe weke berpirsyariyê bibîne û heta ev peyman bê guhertin û statuya Şengalê bê qebûlkirin, li her welatî li qadan bin, têkoşînê bilind bikin."