ROJANE
Hemû Nûçe
-
‘Divê zemînê hiqûqî û siyasî were avakirin’
Însiyatîfa Iraqî ya Azadiya Abdullah Ocalan diyar kir ku divê bersiva banga Rêber Apo were dayîn û bang kir ku zemînê hiqûqî û siyasî were avakirin. -
Onder: Hefteya pêş wê rewş zelal bibe
Sirri Sureyya Onder piştî daxuyaniya agirbestê ya PKK’ê axivî û diyar kir ku di hefteya pêş de wê bi civînan rewş zelal bibe ku rayedarên dewletê û siyasetmedar jî wê beşdarî vê civînê bibin. Onder got, di nava 3 mehan de wê her tişt sererast bibe. -
Aqûbeta Cuneyt Aydinlar hate pirsîn
Dayikên Şemiyê aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsî ku beriya 31 salan ji aliyê dewleta Tirk ve hate windakirin. -
‘Dewlet divê êdî bersivê bide banga aştiyê ya Ocalan’
Gianni Tognoni ile Marion Böker diyar kirin ku banga dîrokî ya Rêber Apo pir girîng e û gotin, “Dewleta Tirk divê bersivekê bide banga aştiyê ya Ocalan.” -
KCK’ê bi wesîleya meha Remezanê peyam weşand
Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê bi wesîleya meha Remezanê daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Em bawer dikin ku helwesta herî mezin û exlaqî ya rojiya Remezanê ya pîroz, têkoşîna hevpar a li dijî dagirkerî, qeyûm, tecrîd û êşkenceyê ye.” -
Iraq: Banga Ocalan gavekî girîng e
Wezareta Karên Derve ya Iraqê ji bo banga dîrokî ya Rêber Apo wiha got, “Ev ji bo îstiqrara herêmê gavekî girîng û erênî ye.” -
Elîaçik: Banga Ocalan tê wateya pêngaveke îdeolojîk
Nivîskar Îhsan Elîaçik diyar kir ku banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo tê wateya pêngaveke îdeolojîk. -
ROJEVA 1'Ê ADARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
CÎK: Ruhê Remezanê banga gavavêtina aştiyê dike
Civaka Îslamiya Kurdistanê bi boneya meha Remezanê peyamek weşand û got: “Ruhê Remezanê bang li me dike ku em hevdu fêm bikin û ji bo aştiyê gavan bavêjin.” -
Erdogan: Em ê li hemberî her cure provakasyonan hemû tedbîran bigirin
Recep Tayyîp Erdogan têkildarî banga dîrokî ya “Aştî û Civaka Demokratîk” ya Rêber Apo de axivî û got: “Li gel Kurd û Tirkan ti welatiyên vî miletî dê destûrê nedin weke berê bi çalakiyan û gotinên dudil pêvajo were sabotekirin.” -
Li Stenbolê 2 jê zarok 17 kes hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li dijî rêxistinên ciwanan da destpêkirin de 2 jê zarok 17 kes bi îdiaya "endamên rêxistinê ne" hatin girtin. -
Çîroka ‘benda dawî' ya ku di metna bangê de cih negirtibû
Hat hînbûn ku benda dawî ya balkêş a ku di metna banga Rêber Apo de cih negirtibû û piştî bangê ji hêla endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder ve hatibû vegotin, di çarçoveya lihevkirina bi şandeya dewletê re hatiye amadekirin. -
Banga dîrokî: DEM Partî dê sê rojan civînan li dar bixe
Lijneyên rayedar ên DEM Partiyê ji bo nirxandina banga Rêber Apo ya ‘Aşitî û Civaka Demokratîk’’ dê sê rojan civînan li dar bixe. -
YE: Ji bo çareseriyeke aşitiyane û mayînde pêngaveke erênî ye
Yekîtiya Ewropayê, banga Rêber Apo ya dîrokî silav kir û da zanîn ku ji bo çareseriyeke aşitiyane û mayînde pêngaveke erênî ye. -
Di meha 158’an a Komkujiya Roboskî de, daxwaza edaletê
Qurbaniyên Komkujiya Roboskî ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatî kirin, di meha 158’an a komkujiyê de hatin bîranîn. -
KNK: Em piştgiriyê didin banga aştî û civaka demokratîk
"Em weke KNK, vê bangê girîng û dîrokî dibînin û piştgiriyê lê dikin û ji bo ev derfet bê karanîn em ê li ser kar bin û em ê ji bo çareseyek aştî û demokratîk hemî derfetên xwe kar bînin." -
Ragihandinên Erebî û navneteweyî: Banga dîrokî ji bo tevahî Rojhilata Navîn şans e
Banga dîrokî ya Rêber Apo di ragihandinên Erebî û navneteweyî de derket pêş û hate destnîşankirin ku banga Rêber Apo ji bo tevahî Rojhilata Navîn derfetekî zêrîn e. -
Ozel ji hikûmetê re got: Berpirsyarî bigire, bi wêrek be
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel têkildarî banga dîrokî ya Rêber Apo daxuyanî da û got, “Bi gotina ‘Pirsgirêka Kurd nîne’, pirsgirêka Kurd çareser nabe.” -
Ji bo dîtina Rêber Apo serlêdana hevdîtinê hate kirin
Malbat û wasiyê Rêber Ocalan bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Îmamoglu piştî banga dîrokî banga berpirsyariyê li desthilatdariyê kir
Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, piştî banga Rêber Apo ya ‘Civaka Aştî û Demokratîk’, banga berpirsyariyê li desthilatdariyê kir. -
Petrola Kurdistanê: Bexda wê daxuyaniyê bide
Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihand ku di nava çend saetan de wê bi rêya şîrketa petrolê ya SOMO ji Herêma Kurdistanê ji nû ve dest bi firotina petrolê bikin. -
‘Banga Rêber Apo berpirsiyariya her kesî bi bîr xist’
Parlamenterên DEM Partiyê Sezaî Temellî û Sarûhan Olûç daxuyaniya Rêber Apo nirxandin û diyar kirin ku Rêber Apo bi vê banga xwe berpirsiyariya her kesî bi bîr xist. -
Ji welatê Baskê piştgiriya ji bo banga Rêber Apo
Ji welatê Baskê sendîkaya LAB'ê û siyasetmedaran gotin, "Weke welatê Baskê em careke din dilsoziya xwe ya bi gelê Kurd û mafên wan ên azadî û aştiyê re piştrast dikin." -
Aydenîz: Peyama Birêz Ocalan zelal e: Tirkiye wê demokratîk bibe û li gorî hiqûqê tevbigere
Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz banga Rêber Apo nirxand û got: “Peyama Birêz Ocalan zelal e; Dibêje ku ji bo veguherîna pirsgirêka Kurd divê Tirkiye demokratîk bibe û li gorî hiqûqê tev bigere.” -
ROJEVA 28'Ê SIBATA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.