Aqûbeta Cuneyt Aydinlar hate pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Cuneyt Aydinlar pirsî ku beriya 31 salan ji aliyê dewleta Tirk ve hate windakirin.

DAYIKÊN AŞTIYÊ

Dayikên /Mirovên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin bipirsin û ji bo faîl bên darizandin, her hefteyê li Qada Galatasarayê tên ba hev. Çalakvanan çalakiya xwe ya hezar û 40’emîn lidar xistin. Dayikên Şemiyê wêneyên xizmên xwe yên windakirî û qurnefîl hildan. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Cuneyt Aydinlar hate pirsîn ku di sala 1994’an de li Stenbolê piştî hate binçavkirin, êdî agahî jê nehat girtin.

Ji Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’ê Oya Ersoz bal kişand ser banga dîrokî ya ku 27’ê Sibatê ji aliyê Şandeya Îmraliyê ve bi raya giştî re hate parvekirin û got, ew hêvî dikin ku bang ji bo aştiyê bibe destpêkek.

Piştî daxuyaniyê çalakvanan qurnefîl danîn Qada Galatasarayê.