ROJEVA 1'Ê ADARA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

* Geşedanên piştî Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo ya di 27'ê Sibatê de ji raya giştî re hat parvekirin, wê bên şopandin.

* Siyasetmedar Kemal Aktaş diyar kir ku banga Rêber Apo ne yekalî ye û got: “Dewlet li hemberî vê bangê berpirsyar e. Gavên siyasî û hiqûqî pêwîst in.”

*Nivîskar Îhsan Elîaçik diyar kir ku Banga Rêber Apo ya “Aşitî û Civaka Demokratîk” ne paşketinê, pêngava îdeolojîk îfade dike.

* Ji Kongra Starê Îbtîsam Hisên diyar kir ku divê dewleta Tirk li dijî PKK’ê agirbestê ragihîne.

* Gianni Tognoni û Marion Boker diyar kirin ku banga dîrokî ya Rêber Apo gelekî girîng e û gotin: "Divê dewleta Tirk bersivê bide pêşniyara aştiyê ya Ocalan."

* Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso diyar kir ku banga Rêber Apo ya çareseriyê ne tenê ji bo Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo aşitiya cîhanê û avakirina civaka demokratîk nexşerêyeke girîng e. Hiso got ku ji bo berdewamkirina pêvajoyê divê dîwarên Îmraliyê hilweşin.

* Rêber Apo dixwaze gavên stratejîk biavêje. Lê belê ji bo pêşketina pêvajoyê, divê her du alî jî gavên pêbawer biavêjin. Lê belê Enqere siyaseta gîrokirinê dide meşandin. Lê belê hewce ye xwe ji tarîtiya gotinên nerênî rizgar bike û pêngavên hewce biavêje. Nivîsa Rûbar Dersim.

*Komîteya Gel û Baweriyan a KCK’ê bi boneya meha Remezanê daxuyaniyek nivîskî weşand û got: “Em di wê baweriyê de ne ku helwesta exlaqî û ya herî mezin a meha Remezanê ya bimbarek wê bibe têkoşîna hevpar a li dijî dagirkerî, qeyûm, tecrîd û êşkenceyê.’’ 

* Dayik-Mirovên Şemiyê dê li Stenbolê çalakiya xwe ya hefteya hezar 340’emîn; xizmên windaya jî dêli Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiyên xwe yên hefteyane li dar bixin.