Onder: Hefteya pêş wê rewş zelal bibe

Sirri Sureyya Onder piştî daxuyaniya agirbestê ya PKK’ê axivî û diyar kir ku di hefteya pêş de wê bi civînan rewş zelal bibe ku rayedarên dewletê û siyasetmedar jî wê beşdarî vê civînê bibin. Onder got, di nava 3 mehan de wê her tişt sererast bibe.

SIRRI SUREYYA ONDER

Serokwekîlê TBMM’ê û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ê di şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê de cih girtî, piştî daxuyaniya PKK’ê ya îro daxuyanî da ANKA’yê. Onder ragihand ku wê ji vir û şûnde gelek civîn bên lidarxistin ku wê rayedarên dewletê û siyasetmedar jî beşdar bibin. Onder ev tişt got, “Di nava 3 mehên pêşiya me de, em hêvî dikin ku wê her tişt sererast bibe.”

Onder anî ziman ku beşê zehmet ê meseleyê wan li paş hiştiye û wiha got: “Di hefteya pêşiya me de wê gelek civîn bên lidarxistin ku wê rayedarên dewletê û siyasetmedar jî beşdar bibin. Wê gelek tişt zelal bibin û hîn şênbertir bibin. Di nava 3 mehên pêşiya me de em hêvî dikin ku wê her tişt sererast bibe.”

‘JI BO GUHERTINA CÎHANÊ Û HERÊMÊ PÊNGAVÊN DEMOKRATÎK’

Onder ji bo pirsa ‘berdana çekan wê di pratîkê de çawa be?’ got, “Ez niha nikarim tiştekî ji bo wan bêjim.”

Onder ev tişt bilêv kir: “Ya girîng îrade û biryardariya hatî nîşandan e. Ya mayî, wê her sererast bibe. Destpêkê eger weke Tirkiye em bi samîmiyet û cidiyetê rojeva xwe diyar bikin, ji bo guhertina cîhanê û herêmê wê pêngavên demokratîk li pey hev werin.”