Ozel ji hikûmetê re got: Berpirsyarî bigire, bi wêrek be
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel têkildarî banga dîrokî ya Rêber Apo daxuyanî da û got, “Bi gotina ‘Pirsgirêka Kurd nîne’, pirsgirêka Kurd çareser nabe.”
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel têkildarî banga dîrokî ya Rêber Apo daxuyanî da û got, “Bi gotina ‘Pirsgirêka Kurd nîne’, pirsgirêka Kurd çareser nabe.”
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel çû serdana Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan. Ozel, piştî serdanê têkildarî banga dîrokî ya Rêber Apo daxuyanî da.
Ozel, diyar kir ku pirsgirêka Kurd bi gotina Erdogan a “Pirsgirêka Kurd tune ye” çareser nabe û wiha got: “Ji bo çareseriya vê pirsgirêkê, divê xebateke li ser zemîna Meclisê bê meşandin, tu partî li derve neyên hiştin û hemû derdorên civakî jî tê de bên temsîlkirin. Divê ev teqez were kirin. Destpêk û dawiya vê xebatê jî demokratîkbûn e. Hemwelatiyên Komara Tirkiyeyê dizanin ka çi çiye çi nîne. Ez rast nabînim ku partiya îktîdarê û serokkomarê vî welatî di sala 2025’an de henekên xwe bi aqilê gel bikin. Heke tu karekî bikî wê demê divê berpirsyartiyê li xwe bigirî û dilwêrekiya xwe nîşan bidî. Gel, ev peywir daye te, raye da ye te.”
Ozel, destnîşan kir ku ji bo pêvajoya nû ji peywirên xwe nareve û wiha bertek nîşanî bêdengiya Erdogan da: “Pozîsyona aktoran diyar e. Lê pozîsyona kesekî qaşo zelal nîne. Her tiştekî dizane lê dema bi kêrî wî neyê, xwe li kerr û laliyê didane. Êdî pêdivî bi jidilbûnê heye. Her kes dizane ku di kîjan aliyê vê pêvajoyê de cih digirî. Tu tam li navenda wê de yî. Divê hûn jidil bin, zelal bin. Bila kesek hev nexapîne. Divê Recep Tayyîp Erdogan mîna tirsonekan barê hemû xetereyan nexe ser pişta şirîkê xwe û li pey berjewendiyên xwe yên siyasî bikeve. Bila zelal be, wêrek be.
Heke ji bo welatê me bixêr be, heke xwîn nerije, heke rûyê mirovan bikene, dayik negirîn, heke aştî were û heke hemwelatiyên me yên Kurd ji pirsgirêkan xelas bibin û heke xwe weke hemwelatiyên wekhev ên vî welatî hîs bikin, wê demê em jî li gel in.”