Di meha 158’an a Komkujiya Roboskî de, daxwaza edaletê

Qurbaniyên Komkujiya Roboskî ya ji aliyê dewleta Tirk ve hatî kirin, di meha 158’an a komkujiyê de hatin bîranîn.

Dewleta Tirk di 28’ê Kanûna sala 2011’an de li gundê Roboskî yê navçeya Qileban a Şirnexê bi balafirên şer sivîl bombebaran kir. Di bombebaranê de 19 jê zarok bi giştî 34 welatî hatin qetilkirin. Bi ser Komkujiya Roboskî re 158 meh derbas bûn. Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskî di roja 28’ê ya her mehê de bernameya bîranînê lidar dixe. Hewldanê, bi boneya meha 158’emîn li ser Cadeya Sakaryayê daxuyanî da. Gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila kujer bên dîtin Roboskî êdî tu caran” hate hilgirtin.

Endamê Hewldana Edaletê ya ji bo Roboskî Tanju Gunduzalp daxuyanî xwend. Gunduzalp, di serî de bal kişand ser banga dîrokî ya Rêber Apo û ev tişt anî ziman: “Ji bo komkujî careke din neyên kirin û çareseriyek pêk bikeve, divê mafên mirovan bên qebûlkirin, aştî, edalet pêk bê, necezakirin bi dawî bibe û berpirsyar hesabê bidin. Erdnîgarî qeder nîne, darizandina tevahiya faîlên Roboskî û komkujiyan dê ji bo ev êş careke din neyên jiyîn bibe hêmayeke sereke.”

Gunduzalp, destnîşan kir ku bi ser komkujiyê re 13 sal derbas bûne lê hêj jî edalet pêk nehatiye û wiha pê de çû: “Ev yek ji hêla hiqûqî û mirovahiyê ve şermekî gelek mezin e. Hewceya aştî li ser zemîneke civakî were kirin. Bila zarok ji ber şer nemirin û kesek neyê kuştin. Em ê dev ji parastina siyaseta aştiyê bernedin. Roboskî jî di nav de heta ji bo tevahiya komkujiyan edalet pêk neyê, dê aştî jî neyê. Li dijî hemû komkujiyên ku jiyana mirovan û azadiyan ji holê radikin, em ê heta dawiyê mafê xwe yê nerazîbûnê bi kar bînin.”