Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan di bernameyeke salvegera damezirandina saziyeke çapemeniyê de axivî. Erdogan di axaftina xwe de anî ziman ku ji duh ve pêvajoyeke nû dest pê kiriye ev weke fersenda pêngaveke dîrokî nirxand. Erdogan got: “Li gel Kurd û Tirkan ti welatiyên vî miletî dê destûrê nedin weke berê bi çalakiyan û gotinên dudil pêvajo were sabotekirin. Em ê bi hemû saziyên xwe pêvajoya dest pê kiriye, baş bişopînin bê ka egerên wê tên bicihanîn yan na. Em di wê baweriyê de ne ku ev pêvajoya girîng bi sebr, xwînsarî û jidil bi rê ve biçe. Ji bîr nekin ku dê kesên ku naxwazin ev pirsgirêka ku zirarê dide xwişk-biratiya me ya hezar salan bi awayekî mayînde û teqez çareser bibe. Em ê li hemberî hemû provokasyonên muhtemel hemû tedbîrên hewce bistînin. Dema ku çek û teror bi dawî bûn, bi awayekî xwezayî dê qada siyaseta demokratîk jî berfireh bibe. Tirkiye dê bi tenê deq û dolabên emperyalîzmê yên bixwîn têk nebe, di heman demê de dê bigihîje armancên xwe yên pêşketina aborî û polîtîkayên navxweyî jî. Bila gelê me aram be û bêhna xwe jî fireh bike.”