ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 20'Ê ÇILEYA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
DEM Partî: Êrîşên siyasî û leşkerî hêviya aştiyê dişkîne
Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê desthilata Tirk hişyar kir û got, “Em desthilatê hişyar dikin; dest ji êrîşên li ser gelê Kurd, sazî û aştîxwazan berdin. Ev polîtîkayên êrîşkar ên desthilatê nîqaşên çareseriyê jehrî dikin.” -
Polîsên Tirk li Amedê avêtin ser komeleya wêjekarên Kurd
Polîsên Tirk li Amedê avêtin ser komeleya wêjekarên Kurd û zerar dan gelek pirtûk û rojnameyan. -
Berxwedana li dijî qeyûm dewam dike
Li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Akdenîzê berxwedana gel di roja 10'emîn de dewam dike. -
Milîsên Atakan Mahîr ên HBDH’ê du çalakî lidar xistin
Milîsên Atakan Mahîr HBDH’ê, li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li Stenbolê du çalakî lidar xistin. -
‘Çapemeniya alîgir bêyî destûra desthilatê nikare vî zimanî bi kar bîne’
Yek ji mijarên ku di nîqaşên pêvajo û diyalogê de li ser tê axaftin, zimanê cudaker ê çapemeniya alîgir e. Alî Dûran Topûz diyar kir ku çapemeniya alîgir bêyî destûra desthilatê nikare vî zimanî bi kar bîne. -
ROJEVA 19'Ê ÇILEYA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rewşa girtiyên nexweş Kose û Elçîçek giran e
Di çalakiyên li Stenbol û Enqereyê de, hat diyarkirin ku rewşa girtiyên nexweş Alî Osman Kose û Hadî Elçîçek giran e û bang hate kirin ku demildest bên berdan. -
Ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, li 4 bajaran çalakî
Endamên ÎHD’ê û xizmên windayan li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê ji bo kesên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine qetilkirin, hatin ba hev. -
Rojnamevana binçavkirî: Nikarin me têk bibin
Rojnamevana binçavkirî Reyhan Hacioglu got, “Ev polîtîka nikare me têk bibe. Em ê her tim rastiyê vebêjin." -
Dayîkên Şemiyê ji bo Abdullah Canan ê ku ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin kombûn
Dayikên Şemiyê ji bo Abdullah Canan ê ku 29 sal berê li Colemêrgê ji aliyê hêzên dewletê ve hate qetilkirin, hatin gel hev. -
Mafên Zeynep Celaliyan a tendurîstiyê tê binpêkirin
Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê daxuyand ku girtiya siyasî Zeynep Celaliyan ji mafên xwe yên bi malbatê re hevditîn pêkanîn û yên tendurîstiyê bêpar tê hiştîn. -
Li hemberî derbeya qeyûm berxwedanê ciwanan didome
Ji ber li şaredariya Akdenîzê ya DEM Partiyê qeyûm hate avêtin, çalakiyên ku ciwanan dabû destpêkirin, bênavber didomin. -
Milîsên HDBH'ê li dijî konvoya polîsan çalakî lidar xistin
Milîsên HBDH'ê yên Sînan Dersimê 16'ê Çileyê li Mêrsînê li dijî konvoya wesayîtên zirxî ya polîsan çalakî lidar xistin. -
'Ji bo çareseriyê helwesta medyayê girîng e'
Hevseroka DGF'ê Dîcle Muftuoglu got, ji bo çareseriyeke ku hemû civakê eleqedar bike pêk were, pêwîste zimanê medyayê jî guncaw be. -
‘AKP çareseriya pirsgirêkan naxwaze, dixwaze pirsgirêk hîn kûrtir bibin’
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik got, di pêvajoya piştî hevdîtina bi Rêber Apo re daxuyaniyên Serokkomarê Tirk û AKP’ê ne ji bo çareseriyê, ji bo hîn bêhtir kûrkirina pirsgirêkan e. -
ROJEVA 18’Ê ÇILEYA 2025’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê -
Li Akdenîzê li dijî desteserkirin û polîtîkayên şer çalakî hat lidarxistin
Li Akdenîzê desteserkirina şaredariyan hate protestokirin û li hemberî polîtîkayên şer banga piştevaniya kampanyaya ‘’Ji bo aştiyê 1 milyon îmze’’ hate kirin. -
Êrîşên li ser sivîlan li Amedê hat şermezarkirin: Dewleta Tirk sûcê şer dike
Rêxistinên demokratîk ên Amedê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî sivîl û rojnamevanên li Bendava Tişrînê şermezar kirin. -
Kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ li ser Change.org
Bi pêşengiya HDK’ê û pêkhateyên wê, starta kampanyaya ‘Ji bo aştiyê milyonek îmze’ hate dayîn. -
Milîsên HBDH’ê li dijî tayînkirina qeyûman çalakî lidar xistin
Milîsên Atakan Mahîr ên HBDH’ê, ragihand ku li dijî tayînkirina qeyûman û desteserkirina şaredariyan wan li Bûrsayê otobusek dane ber agir. -
Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Malbat û wasiyê Rêber Apo ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Hejmara rojnamevanên hatin binçavkirin bû 6 kes
Hejmara rojnamevanên di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin bû 6 kes. -
Polîsan bi ser produksiyonên Marti û Guncel de girtin
Polîsên Tirk bi ser Produksiyona Martiyê û Produksiyona Guncelê de girtin, kompûter û hard dîsk desteser kirin. -
Ji milîsên HBDH'ê çalakî
Milîsên Tolhildanê yên Şehîd Çiyager Hêvî yên HBDH'ê ragihand ku li dijî polîtîkayên qeyûm û desteserkirina îradeyê li Mersînê çalakî kirine.