ROJANE
Hemû Nûçe
-
Parêzeran ji bo dîtina Rêber Apo serlêdan kirin
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo dîtina Rêber Apo serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgeha Îmraliyê dan. -
Salih Muslim: Peyman li gorî nameya Rêber Apo ye
Salih Muslim, ji bo metna ji aliyê Mazlûm Ebdî û Ehmed El Şaraa ve hate îmzekirin got, 'Şoreşa Rojava bihêztir bûye' û destnîşan kir ku di nameya Rêber Apo de ji bo Rojava banga bêçekbûnê nîne, peymana hatiye mohrkirin jî li gorî nameya Rêber Apo ye. -
Bi ser Şaredariyên Sariyer û Şîşliyê de hate girtin: 32 kes hatin binçavkirin
Di çarçoveya lêpirsîna li hemberî şaredariyên Sariyer û Şîşlî yên CHP’ê de hatî destpêkirin, 32 kes hatin binçavkirin. -
Çepnî: Divê em gelên Tirkiyeyê bikin aliyekî vê pêvajoyê
Hevserokê ESP'ê Mûrat Çepnî got, "Divê em li ber wan bisekinin, ji bo daxwazên demokrasî, azadî û edaletê yên gelê Kurd bi cih bînin" û destnîşan kir ku di encama têkoşînê de wê desthilatdarî gavê biavêje. -
Kurkçu: Ji bo Ocalan karibe pêvajoyê bi rê ve bibe pêwîstî bi zemîna hiqûqî heye
Serokê Rûmetê yê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu destnîşan kir ku pêvajoya bi banga Rêber Apo destpê kir ji bo bi rengekî erênî bi rê ve biçe divê zemîna hiqûqî bê amadekirin û qada kar bê afirandin. -
ROJEVA 11'Ê ADARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Hevdîtina li gel DEVA'yê: Divê ji bo aşitiyê pêngavên hewce werin avêtin, nexşerê hebe
Tûncer Bakirhan piştî hevdîtina DEM Partî û Partiya Devayê got: ‘’Divê êdî bang veguhere pêngavên şênber’’ û Alî Babacan jî got: ‘’Ji bo aşitiyê divê nexşerêyek hebe.’’ -
Kurtulmuş: Meclîs wê berpirsyariya xwe bi cih bîne
Serokê Meclîsê Nûman Kurtulmuş anî ziman ku Meclîs piştî banga Rêber Apo wê berpirsyariya xwe bi cih bîne. -
Şandeya DEM Partiyê bi DEVA’yê re civiya
Şandeya DEM Partiyê îro piştî civîna EMEP û CHP’ê, bi DEVA’yê re civiya. -
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê sererastkirinên qanûnî û hiqûqî bên kirin
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Uçar bang li dewletê kir ku ji bo banga Rêber Apo pêk were divê sererastkirinên qanûnî û hiqûqî bên kirin. -
Ozgur Ozel: Divê temamiya sereraskirinên qanûnî bên kirin
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel bi Hevserokê Giştî yên DEM Partiyê re hevdîtin kir. Ozgur Ozel piştî hevdîtinê daxuyanî da û diyar kir ku ew paketeke demokrasiyê amade dikin. -
ÎHD: Divê tavilê dawî li binpêkirinên li Girtîgehên bi Tîpa R bêne anîn
Komîsyona Girtîgehan a Navendî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li ser binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehên bi tîpa R rapora xwe bi raya giştî re parve kir. -
Komkujiya Elewiyan li gelek bajaran hate şermezarkirin: Ev qirkirin e
Komkujiyên li Sûriyeyê yên li dijî Elewiyan têne kirin, li gelek bajaran hatin şermezarkirin. -
Hevdîtina DEM Partiyê ya bi EMEP'ê re: Divê desthilatdarî gavê biavêje
Serokê Giştî yê EMEP'ê Seyît Aslan piştî hevdîtina bi DEM Partiyê re axivî û diyar kir ku divê tecrîd bê rakirin û desthilatdarî gavên dibe para wê, biavêje. -
Hevdîtina DEM Partî û EMEP'ê destpê kir
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhanl i Meclîsê bi nûnerên EMEP'ê re hevdîtinê dikin. -
Firat: Eger zilm dewam bike em ê biçin ber qesrê!
Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat anî ziman ku rayedarên desthilatdariyê bi gotina 'Bermahiyên Esad' hewl didin komkujiyên HTŞ'ê yên li hemberî Elewiyan rewa bikin û got, "Eger zilm dewam bike, em ê biçin ber qesrê." -
Ferda Çetîn: Argumana 'terorê' ya dewleta Tirk pûç bû
Rojnamevan Ferda Çetîn anî ziman ku bi destwerdana Rêber Apo re argumana 'terorê' ya li hemberî Kurdan tê bikaranîn pûç bûye û got, eger pêvajo bi rê ve biçe wê rantxurên şer tasfiye bibin, naxwe wê şer jinûve giran bibe. -
ROJEVA 10'Ê ADARA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Mazlûm Ebdî ji Colanî re got: Divê yên li pişt komkujiyan hesab bidin
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku divê Colanî hesabê êrîşên li dijî Elewiyan bipirse û anî ziman ku çeteyên ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike û alîgirên DAIŞ’ê berpirsyar in. -
Komîteya ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadi: Bang destpêka çareseriyê ye
Komîteya ji Rêber Abdullah Ocalan re Azadî ya Başûrê Kurdistanê ku piştgiriya xwe ya ji bo banga 'Aştî û Civaka Demokratîk' ragihand û got, "Paradîgmaya sedsalê ya ku Rêber Apo pêşkêş kir, xala destpêkê ya çareseriyê ye." -
Bakirhan: Ev banga guhertin û veguhertinê ye
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku Rêber Apo dixwaze “maseya çareseriyê” ava bike û got, “Banga Birêz Ocalan banga guhertin û veguhertinê ye. -
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê piştgirî da banga Rêber Apo
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê piştgiriya xwe ya ji bo banga "Civaka Aştî û Demokratîk" ya Rêber Apo ragihand. -
Di çarçoveya banga dîrokî de civînên gel destpê kirin
DEM Partî û DBP’ê di çarçoveya banga dîrokî ya Rêber Apo de li gelek bajaran civînên gel lidar xistin. -
Rêber Apo: Ez rêzê ji bo vîna her 14 şaredarî bi dest xistî digirim
Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan di mitînga fînalê ya Wanê de axivî û got: “Birêz Ocalan, silavên taybet ji Dayikên Aştiyê û gelê Wanê re şand. Got; ‘Ez rêzê ji bo vîna her 14 şaredarî bi dest xistî digirim’.” -
Ji Devlet Bahçelî daxuyaniyeke nû
Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî têkildarî banga Rêber Apo û biryara agirbestê ya PKK'ê daxuyaniyeke nû da.