BI DÎMEN

Ji welatê Baskê piştgiriya ji bo banga Rêber Apo

Ji welatê Baskê sendîkaya LAB'ê û siyasetmedaran gotin, "Weke welatê Baskê em careke din dilsoziya xwe ya bi gelê Kurd û mafên wan ên azadî û aştiyê re piştrast dikin."

Sendîkaya LAB'ê û siyasetmedarên ji Baskê 'Banga Civaka Demokratîk û Aştiyê' ya Rêber Apo 'dîrokî' û 'wêrek' dîtin û diyar kirin ku ew piştgiriyê didin bangê.

GORKA E DIAZ: EM BANGA DÎROKÎ BI KÊFXWEŞÎ PÊŞWAZÎ DIKIN

Li Parlamenta Herêma Xweser a Baskê Serokê Koma Euskal Herria Bildu (EH Bildu) û Senatorê Spanyayê Gorka Elejabarrieta Diaz li ser hesabê xwe yê X'ê dîmenek weşand û got, "Em banga dîrokî ya Ocalan bi kêfxweşî pêşwazî dikin ku ji bo dawî li şerê li Kurdistanê bê anîn û firsendeke nû bê afirandin, hatiye kirin. Weke welatê Baskê em careke din piştrast dikin ku dilsozê gelê Kurd û mafên wan ên azadî û aştiyê ne. Bijî Kurdistan."

ARNALDO ORTEGI: BANGEKE DÎROKÎ Û WÊREK

Sekreterê Giştî yê EH Bildu û endamê berê yê ETA'yê Arnaldo Ortegi jî bi van gotinan piştgirî da banga Rêber Apo: "Ji Abdullah Ocalan bangeke dîrokî û wêrek. Gotinên wî gaveke girîng avêtiye û divê tavilê bê berdan."

SENDÎKAYA KARKERAN A BASKÊ LAB: EM BI HÊVÎ PÊŞWAZÎ DIKIN

Sendîkaya Karkeran a Baskê LAB'ê bi daxuyaniyeke bi sernavê 'Piştgiriya ji çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd re' ragihand ku ew piştgiriyê didin daxuyaniyê.

Di daxuyaniya LAB'ê de hate gotin, "Sendîkaya Karker a Baskê banga lîderê Kurd Abdullah Ocalan bi hêvî pêşwazî dike ku 26 sal in li girtîgeha Îmraliyê ya Tirkiyeyê girtî ye." Di dewama daxuyaniyê de bi van gotinan piştgirî ji banga Rêber Apo re hate dayin: "LAB di wê baweriyê de ye ku ji bo ev daxuyanî rêyeke mayinde ya aştiyê biafirîne, dikare deriyê senaryoyeke nû veke. Em di wê baweriyê de ne ku bi rêya diyalogê çareseriyeke demokratîk ji pirsgirêka Kurd re dikare bê afirandin. Lewma em piştgiriyê didin hemû aktorên siyasî, civakî û sendîkayî ku ji bo pêşkêşkirina vê pêşniyarê hewl dan."