ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ji welatê Baskê piştgiriya ji bo banga Rêber Apo
Ji welatê Baskê sendîkaya LAB'ê û siyasetmedaran gotin, "Weke welatê Baskê em careke din dilsoziya xwe ya bi gelê Kurd û mafên wan ên azadî û aştiyê re piştrast dikin." -
Aydenîz: Peyama Birêz Ocalan zelal e: Tirkiye wê demokratîk bibe û li gorî hiqûqê tevbigere
Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz banga Rêber Apo nirxand û got: “Peyama Birêz Ocalan zelal e; Dibêje ku ji bo veguherîna pirsgirêka Kurd divê Tirkiye demokratîk bibe û li gorî hiqûqê tev bigere.” -
ROJEVA 28'Ê SIBATA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Daxuyaniya Îngilîstanê: Bang li hemû aliyan kir ku ‘bikevin nava pêvajoya avaker'
Berdevkê Ofîsa Pêşketin û Civakên Netewetî yê Wezareta Karên Derve yê Îngilîstanê got: “Em hemû aliyan teşwîq dikin ku bikevin nav pêvajoyek aştiyane û avaker ku ewlehî, aramî û rêzgirtina serweriya hiqûqê misoger dike.” -
Ozgur Ozel: Ji bo çareseriyê em berpirsiyariya xwe dizanin
Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir ku divê pirsgirêka Kurd di bin banê Meclîsê de, li gel hemû beşên civakê û bi awayekî zelal were çareserkirin û got: ‘’Em berpirsiyariya xwe ya têkildarî çareseriyê dizanin.’’ -
Sekreterê Giştî yê NY'ê Guterres: Ji bo çareseriyê bû çirûskek hêviyê
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonîo Guterres banga Rêber Apo weke “Ev çirûskek hêviyê ye ku dikare ji pevçûnên demek dirêje didome re çarerseriyê bîne” nirxand. -
Qubat Talabanî: Birêz Ocalan careke din deriyê çareseriyê vekir
Cigirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî diyar kir ku Rêber Apo careke din deriyê çareseriya aştiyane û demokratîk vekir û xwest her kes ji bo serxistina pêvajoyê berpirsyariyên xwe bi cih bîne. -
Mesûd Barzanî piştgirî da banga Rêber Apo
Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî piştî peyama dîrokî ya Rêber Apo ji aliyê şandeya DEM Partî ve li Stenbolê hate parve kirin, peyamek da û piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoyê nîşan da. -
Mazlûm Ebdî: Ger pêvajo ser bikeve wê demê hincetên Tirkiyeyê ji bo êrîşê jî namînin
Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku ger di navbera PKK û Tirkiyeyê de aştiyek pêk were, dê ev yek bandoreke erênî li herêma me jî bike û got: "Ger ev pêvajo ser bikeve wê demê tu hincetên Tirkiyeyê namînin ku êrîşî herêmên me bike." -
Bafil Talebanî: Divê gavên pratîk bi lez bên avêtin
Serokê YNK’ê Bafil Talebanî ji bo banga Rêber Apo peyama, “Divê vê bangê bi hev re qebûl bikin û gavên pratîk ên ji bo gihiştina aştiyê bi lez biavêjin” da. -
Hakan Tahmaz: Divê gavên siyasî û hiqûqî bên avêtin
Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz banga dîrokî nirxand û got, "Ji bo Kurd xwe wekhev hîs bikin, divê gavên siyasî û hiqûqî bên avêtin. Berpirsyarî êdî li ser milê Enqereyê ye." -
Raportorê Tirkiye yê YE’yê: Bang destpêka herî baş a ji bo çareseriyê ye
Raportorê Tirkiye yê Yekîtiya Ewropayê (PE) Nacho Sanchez Amor diyar kir ku banga Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd destpêka herî baş e. -
Mûsa Pîroglû: Ev tîştekî naqedîne, berovajî banga destpêkirina pêvajoyekî nû ye
Siyasetmedar Mûsa Pîroglû banga Rêber Apo nirxand û diyar kir ku ev peyam banga diyalogeke nû û gavavêtinê ye. -
Pêkhateyên DEM Partiyê piştî bangê li hev civiyan
Pêkhateyên DEM Partiyê, endamên MYK û endamên Heyeta Îmraliyê piştî banga Rêber Apo ya 'Aştî û Civaka Demokratîk' li hev civiyan. -
Akin Bîrdal: Divê Meclîs tavilê nexşerêyê amade bike
Akin Bîrdal banga Rêber Apo nirxand û got: “Divê tavilê li meclîs û civaka sivîl nexşerêyekê amade bikin. Divê civakeke ku xwe dispêre mafên mirovan, hemwelatibûna wekhev û azadiyê were avakirin.” -
Xelkê Silêmaniyê eleqeyeke mezin nîşanî banga Rêber Apo da
Banga Rêber Apo ya piştî hevdîtina Heyeta Îmraliyê hate dayîn, ji aliyê xelkê Silêmaniyê ve bi eleqeyeke mezin hate temaşekirin. -
Ji Rêber Apo banga 'Aştî û Civaka Demokratîk'
Rêber Apo banga dîrokî ya 'Aştî û Civaka Demokratîk' kir. -
Wêneyê dîrokî yê Rêber Apo
Rêber Apo û girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş li gel endamên Heyeta Îmraliyê di dema daxuyaniyê de wêne kişand. -
Heyet bi dirûşma 'Bijî Serok Apo' hate pêşwazîkirin
Heyeta Îmraliyê ya ku bi Rêber Apo re hevdîtin kir li ber otela ku wê daxuyaniyê bide bi dirûşma 'Bijî Serok Apo" hate pêşwazîkirin. -
Banga Rêber Apo wê ji aliyê Ahmet Turk û Pervîn Bûldan ve bê xwendin
Banga dîrokî ya Rêber Apo wê bi Tirkî ji aliyê Pervîn Bûldan, bi Kurdî jî ji aliyê Ahmet Turk ve bê xwendin. -
Banga dîrokî wê bi wêneyê Îmraliyê bê kirin
Li gorî agahiyan, banga Rêber Apo wê bi wêne bê kirin. -
Herî kêm 300 rojnamevan wê banga Rêber Apo bişopînin
Hate ragihandin ku herî kêm 300 rojnamevan wê banga dîrokî ya Rêber Abdullah Ocalan bişopînin. -
Hevdîtina dîrokî ya bi Rêber Apo re bi dawî bû
Heyeta ji 7 kesan piştî ku bi Rêber Apo re hevdîtineke dîrokî kir, ji Girava Îmraliyê vegeriya. -
Cihê ku banga Rêber Apo wê lê bê kirin eşkere bû
Hate ragihandin ku banga dîrokî ya Rêbre Apo ku tê payin îro bê kirin, wê li Elite World Otel a li Stenbolê bê kirin. -
Şaredarê Beykozê hate binçavkirin
Şaredarê Beykozê yê Stenbolê Alaattîn Koseler hate binçavkirin.