‘Banga Rêber Apo berpirsiyariya her kesî bi bîr xist’
Parlamenterên DEM Partiyê Sezaî Temellî û Sarûhan Olûç daxuyaniya Rêber Apo nirxandin û diyar kirin ku Rêber Apo bi vê banga xwe berpirsiyariya her kesî bi bîr xist.
Parlamenterên DEM Partiyê Sezaî Temellî û Sarûhan Olûç daxuyaniya Rêber Apo nirxandin û diyar kirin ku Rêber Apo bi vê banga xwe berpirsiyariya her kesî bi bîr xist.
Heyeta DEM Partiyê pîştî hevdîtina li gel Rêber Apo, banga Rêber Apo ya dîrokî ragihandin.
BERPIRSYARIYÊN HER KESÎ HATE BIBÎRXISTIN
Serowekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî diyar kir ku bi vê daxuyaniyê berpirsiyariyên her kesî hate bibîrxistin û got: “Daxuyaniyeke dîrokî bû. Daxuyaniyeke wisa bû ku hemû dîrok bi kurtasî nirxand. Di vê daxuyaniya kurt de hem serdema Şerê Sar û hem jî serdema ji Şerê Mezin ê Duyemîn heya niha hate nirxandin. Her wiha daxuyaniya têkildarî xwejinûveavakirina têkoşînê ya sedsala nû ye. Ji ber wê yekê her çend daxuyanî têkildarî PKK’ê jî be di rastiyê de her kesî eleqedar dike. Ji ber ku PKK girêdayî kîjan şert û mercan ava bûbe jî jiholêrabûna wan şert û mercan li gel hiqûq û demokrasiyê pêkan e.
AVAKIRINA CIVAKA DEMOKRATÎK
Divê hemû derdorên siyasî ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê û avakirina zemîna hiqûqê bixebitin. Ji ber vê yekê daxuyaniyeke gelekî girîng e. Daxuyaniyeke wisa ye ku divê her kes berpirsiyariyên xwe bigire ser milên xwe. Di daxuyaniyê de dema mijar tê behskirin, hemû geşedanên dîrokî tên nirxandin û tê bibîrxistin ku tişta kêm jiyana demokratîk û civaka demokratîk e. Her wiha tê îfadekirin ku ger ev yek werin dabînkirin dê aşitî jî pêk were. Li gorî vê yekê tişta dikeve berê me avakirina civaka demokratîk e. Têkoşîna ji bo demokratîkbûyînê û bicihanîna hiqûqê ye. Me berpirsiyariyên xwe girtin. Ji bo vê yekê ji niha û pê ve em ê dest bi xebatan bikin. Ez di wê baweriyê de me ku dê Tirkiye û herêm di zûtirîn dem de aşitiya ku xeyala wê dikin, bi dest bixin.”
Parlamenterê Antalyayê yê DEM Partiyê Sarûhan Olûç jî bal kişand ser têgeha demokrasiyê ya di daxuyaniyê de derbas dibe û ev tişt got: “Daxuyaniyeke gelekî girîng û dîrokî ye. Di hemû beşên bangê de nirxandina pêşerojê û roja îroyîn derdikeve pêş. Bi rastî jî daxuyaniyeke bibandor e. Bi egerên gelekî bihêz polîtîkayek hatiye avakirin. Ji ber vê yekê ev banga dîrokî me hemûyan eleqedar dike û ji bo me hemûyan girîng e. Birêz Ocalan tiştên ku divê bihatana gotin, bi egerên xwe û sekna xwe ya polîtîk anîn ziman. Nîşan da ku gelekî bi biryar e û bal kişand ser tiştên ku divê werin kirin jî.
WEKE DEM PARTÎ EM Ê YA JI DESTÊ ME TÊ BIKIN
Divê em ji du aliyan ve li van tiştên ku divê werin kirin, binêrin. Ya yekem tiştên ku ji rêxistina xwe re anîn ziman û ya duyem jî tiştên ku têkildarî Tirkiyeyê anîn ziman. Ji dewlet û desthilatdariya li Tirkiyeyê re got ku di qada siyaset û demokratîkbûyînê de tiştên ku divê werin kirin, hene. Têkildarî pêkanîna van tiştan bang kir. Ji ber vê yekê berpirsiyariya her kesî bi bîr xist û diyar kir ku ger ev yek gav bi gav werin bicihanîn dê encameke erênî were bidestxistin. Em hêvî dikin ku her kesî berpirsiyariya xwe fêm kiribe, dîtîbe û têkildarî wê yekê pêngavên hewce biavêje. Ez vê yekê bi taybetî jî ji bo dewlet û desthilatdariyê dibêjim. Weke DEM Partiyê em ê bi xwe ji bo pêkanîna van yekê di qada siyaset, hiqûq û qada siyaseta demokratîk de ya ji destê me tê bikin û têkoşîna xwe xurttir bikin. Em ê li gel hemû saziyên siyasî yên Kurdan vê yekê bikin. Hêvî dikim ku em hemû bi hev re encameke serkeftî bi dest bixin.”