ROJEVA 28'Ê SIBATA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
* Geşedanên piştî deklarasyona Rêber Apo ya di 27'ê Sibatê de ji raya giştî re hat parvekirin, wê bên şopandin.
* Parlamentera DEM Partiyê Salîha Aydenîz banga Rêber Apo nirxand û got: “Peyama Birêz Ocalan zelal e; Dibêje ku ji bo veguherîna pirsgirêka Kurd divê Tirkiye demokratîk bibe û li gorî hiqûqê tev bigere.”
* Parlamenterên DEM Partiyê Sezaî Temellî û Sarûhan Ûlûç daxuyaniya Rêber Apo nirxandin û diyar kirin ku Rêber Apo bi vê banga xwe berpirsiyariya her kesî bi bîr xist.
* Endama Buroya Têkiliyan a Kongra Star Emîne Osê îşaret bi Konferansa Yekîtiya Niştîmanî a Jinan kir û diyar kir ku wê ev konferans bibe bingeha çareseriya doza jin û doza Kurdan.
* Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.