Platforma Azadî ji Parastinê re piştgirî da Kozagaçli
Platforma Azadî ji Parastinê re ji bo piştevaniya bi Serokê Rûmetê yê ÇHD’ê ku piştî hat tehliyekirin dîsa hat girtin, , li pêşiya Edliyeya Enqereyê daxuyanî da.
Platforma Azadî ji Parastinê re ji bo piştevaniya bi Serokê Rûmetê yê ÇHD’ê ku piştî hat tehliyekirin dîsa hat girtin, , li pêşiya Edliyeya Enqereyê daxuyanî da.
Platforma Azadî ji Parastinê re ji bo piştevaniya bi Serokê Rûmetê yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçûk Kozagaçli re ku duh hatibû berdan û dîsa hate girtin, li pêşiya Edliyeya Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Azadî ji parêzer Selçûk Kozagaçli re” hate hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Parastin tu caran bêdeng nebû dê bêdeng nebe” û “ÇHD bêdeng nebû dê bêdeng nebe” hatin berzkirin.
Rêvebera Şaxa ÇHD’a Enqereyê Nêrgiz Gornaz axivî û got ku Kozagaçli mîna di sala 2018’an de dîsa bi awayekî derhiqûqî hatiye girtin. Nêrgiz Gornaz, diyar kir ku ev biryara derhiqûqî û “delîlên vala” mînaka wê ye ku daraz mîna amûrekê tê bikaranîn. Nêrgiz Gornaz, got: “Hûn dixwazin gefan li her kesên bi tehliyeyê re keyfxweş bûn û hêviya wan geş bûye bixwin lê em li vir in.”
Parlamenterê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû jî dê parastin bêdeng nebe û têkoşîna xwe bidomîne. Gergerlîoglû, diyar kir ku Kozagaçli li ser fermanê hatiye girtin û got: “Divê ev bêhiqûqî bi dawî bibe.”