DEM Partî: Serdanên ji bo Onder hemû reng gihand hev

DEM Partiyê lîsteya kesayetên ku serdana nexweşxaneyê kirin û peyam ji bo Sirri Sureyya Onder şandin, weşand. Di nava wan de Erdogan, Barzanî û Îlham Ehmed jî hene.

Navenda Çapemeniyê ya DEM Partiyê daxuyaniyek da û got, "Tedawiya Sirri Sureyya Onder a li nexweşxaneyê dewam dike. Bi hêviya ku agahiyeke erênî ji Onder werbigrin gelek kes 2 roj in şeva xwe li nexweşxaneyê derbas kirin."

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Hevserokên me yên giştî Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan, endamên Desteya Rêveberiya Navendî û Meclîsa Partiyê, parlamenter û hilbijartiyên me, rêveberên me yên bajar û navçeyan li nexweşxaneyê ne. Rêveberên me di heman demê de kesên têne serdanê pêşwazî dikin.

Ji bo rewşa Sirri Sureyya Onder hîn bibin û hêvî û bendewariya xwe ya ji bo başbûnê ragihînin, doh tevahiya rojê ji hemû partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê, sendîka, derdora hunerê, rêxistinên ked û pîşeyê, komeleyên herêmî gelek kesan serdan kirin. Îro jî gelek heyet, kes û saziyan serdana nexweşxaneyê kirin.

Doh nîvê şevê Serokê Giştî yê Partiya Gelecek Ahmet Davûtoglû û heyeta pê re serdan kir. Her wiha Serokwekîla Koma AKP'ê Ozlem Zengîn, Nûrettîn Nebatî, Ayşe Bohurler jî nîvê şevê serdan kirin."

Li gorî daxuyaniyê, kesên ku sibeha Pêncşemê serdana nexweşxaneyê kirin bi vî rengî ne:

Rêxistinên AKP'ê yên bajar û navçeyan, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmût Arikan, Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz, Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Omer Îlerî û Serokwekîlê Koma AKP'ê Abdulhamît Gul, Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan, Serokê Giştî yê Anavatan Îbrahîm Çelebî, wezîrê berê Sadûllah Ergîn, Serokê PÎA'yê Ahmet Kaya, Şaredarê Buyukçekmeceyê Hasan Akgun, wezîrê berê yê maliyeyê Luftûllah Kayalar, hunermend Olgûn Şîmşek û Mahsûn Kirmizigul.

Hate ragihandin ku Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş, Waliyê Stenbolê Davût Gul û Serokê Giştî yê EMEP'ê Seyît Aslan serdan kirin.

Li gorî daxuyaniyê, yên ku bi telefonê geriyan û peyamên başbûnê weşandin:

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan

Hevseroka Desteya Rêveber a Reveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê

Serokê Giştî yê PDK'ê Mesût Barzanî

Serokê Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê Nêçirvan Barzanî

Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî

Serokê Giştî yê EHP'ê Hakan Ozturk

Serokê Giştî yê ÎYÎ Partî Musavat Dervîşoglû

Serokê Giştî yê Partiya Yenîden Refah Fatîh Erbakan

Serokê Giştî yê Partiya Vatan Dogû Perînçek

Serokên berê yên CHP'ê Mûrat Karayalçin û Hîkmet Çetîn

Serokê berê yê Meclîsê Mûstafa Şentop

Tansû Çîller (telgraf şandiye)

Bînalî Yildirim

Waliyê Aksarayê Mehmet Alî Kûmbûzoglû

Nesrîn Nas

Cemîl Çîçek

Mûstafa Elîtaş

Parlamenter

Partiyên siyasî û lîderên serdana nexweşxaneyê kirin:

Serokkomarê beriya niha Abdullah Gul

Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel

Serokê Giştî yê TÎP'ê Erkan Baş

Serokê Giştî yê EMEP'ê Seyît Aslan

Serokê Giştî yê CHP'ê yê beriya niha Kemal Kiliçdaroglû

Serokê Giştî yê Partiya Gelecek Ahmet Davûtoglû

Berdevkê AKP'ê Omer Çelîk

Serokê Meclîsê Nûman Kûrtûlmûş

Waliyê Stenbolê Davût Gul

Seroka Giştî ya Halkevlerî Nebiye Mertturk

Endamê Desteya Serokan a SOL Partî Alper Taş

Nûnerên partiyên pêkhateyên me."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Her wiha nûnerên gelek partiyên siyasî, sendîka, rêxistinên ked û pîşeyî, parlamenter, serokwekîlên koman, rûspî, hunermend, parêzvanên mafên mirovan û gelek kes hem geriyan hem bi xwe serdan kirin û hêviya xwe ya başbûnê anîn ziman."