TTB: Girtiyên nexweş di bin şert û mercên dermirovî de tên sewqkirin

Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) diyar kir ku girtiyên nexweş di bin şert û mercên dermirovî de tên sewqkirin û bi rengekî nivîskî li wezaretên Tenduristî, Edalet û Karên Hundir serlêdan kirin.

Di nivîsê de hate destnîşankirin ku mafên tenduristî û jiyanê yên girtiyên nexweş ên ku bi rengekî kelemçekirî, teng û bêklîma di wesayîtên rîngê yên “bi tîpa qefes” de demek dirêj tên girtin, tê binpêkirin.

TTB’ê diyar kir ku kar û barên sewqê divê bi ambûlansan bên kirin û got, “Nayê qebûlkirin ku girtiyekî nexweş bi wesayîta rîngê bê sewqkirin. Ev yek qanûna êşkence û muameleya xirab jî binpê dike.”

Di serlêdanê de hate bibîrxistin ku di sala 2018’an de li Alanyayê girtiyekî nexweş di wesayîta rîngê de jiyana xwe ji dest da.

TTB’ê ji bo mafên teşhîs û tedawiyê yên girtiyên nexweş neyên binpêkirin, bang kir.