Wezîrê Tenduristiyê: Di rewşa Onder de guhertin nîne
Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglû serdana nexweşxaneya ku Sirri Sureyya Onder lê tedawî dibe kir û got: “Di rewşa Sirri Sureyya Onder de guhertin nîne.”
Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglû serdana nexweşxaneya ku Sirri Sureyya Onder lê tedawî dibe kir û got: “Di rewşa Sirri Sureyya Onder de guhertin nîne.”
Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglû serdana nexweşxaneya ku Endamê Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Îmraliyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder lê tedawî dibe kir. Memîşoglû derbarê rewşa Sirri Sureyya Onder de li ber nexweşxaneyê daxuyanî da.
Memîşoglû diyar kir ku Sirri Sureyya Onder heta bi niha li ber xwe dide û têkoşînek mezin raber dike û got: “Ji bo Sirri Sureyya Onder em ji hemû Tirkiyeyê duayan dixwazin. Ez weke bijîşkekê dibêjim; emeliyatek gelek mezin e. Ez şîfaya xêrê ji heval û malbata wî re dixwazim. Ez spasiya hevalên me yên 112’ê, ajokar û hemû bijîşkên me dikim. Di rewşê de guhertinek mezin tineye.”