DÎSK: Em ê 1’ê Gulanê li Kadikoyê pîroz bikin
DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê diyar kirin ku ew ê îsal 1’ê Gulanê li Kadikoyê pîroz bikin.
DÎSK, KESK, TMMOB û TTB’ê diyar kirin ku ew ê îsal 1’ê Gulanê li Kadikoyê pîroz bikin.
Daxuyaniya hevpar li Qada Îskeleyê ya li Beşîktaşê ji aliyê Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Kamûyê (KESK), Yekîtiya Daîreya Mîmar û Endezyarên Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TBB) ve hate dayîn.
Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Alî Kenanoglû, endamên sendîkayan û gelek kesên din beşdarî daxuyaniyê bûn.
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû diyar kir ku Qada Taksîmê ji bo 1’ê Gulanê cihekî dîrokî û hiqûqî ye û destnîşan kir ku wan îsal jî ji bo Taksîmê serlêdan kiriye lê belê ji ber qedexeyan nehatiye qebûlkirin.
Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çerkezoglû ev yek anîn ziman: ‘’Me biryardariya xwe ya têkildarî pîrozbahiyên li Taksîmê ji desthilatdariyê re ragihand. Lê belê me dît ku helwesta wan a qedexekirinê berdewam dike. Em ji bo welatekî hiqûqê li ber xwe didin.’’
Arzû Çerkezoglû di dawiya axaftina xwe de ev yek anîn ziman: ‘’Qada Kadikoyê yek ji wan qadan e ku me berê jî lê 1’ê Gulanê pîroz dikir. Îsal bêyîku em dev ji îradeya xwe ya Taksîmê berdin, em ê berê xwe bidin Kadikoyê û li wir bicivin.’’