Di êrîşa Îsraîl a li ser Xezeyê de 15 kes hatin kuştin
Rêxistina Parastina Sivîl a Xezeyê, ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên roja Înê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Rêxistina Parastina Sivîl a Xezeyê, ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên roja Înê de 15 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Li gorî rayedarê Parastina Sivîl Muhammed al-Muhayir, di êrîşên hewayî yên Îsraîlê ya li ser konên ku mirovên bêwar lê dimînin de, li nêzîkî Xan Yûnisê heft kes di nav wan de zarokek jî hebû, hatin kuştin. Di êrîşên li ser du kampên kon ên li peravê li heman herêmê de heşt kes, di nav wan de du zarok jî hebûn, hatin kuştin.
Roja Pêncşemê, Parastina Sivîl ragihand ku di operasyonên Îsraîlê de 73 kes hatine kuştin.
Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu, ku tê payîn roja Duşemê bi Serokê Emerîkayê Donald Trump re bicive, niyeta xwe ya "tunekirina" Hamasê dubare kir.
Di heman rojê de, Hamasê ragihand ku piştî ku Trump ragihand ku Îsraîlê şertên agirbesta 60 rojî qebûl kiriye, ew pêşniyaran dinirxîne.
Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê, ji 7’ê Cotmeha 2023’yan vir ve herî kêm 57,130 Filistînî, ku piraniya wan sivîl in, hatine kuştin.