Selçûk Kozagaçli dîsa hate girtin
Serokê Rûmetê yê ÇHD'ê Selçûk Kozagaçli li ser îtîraza dozger dîsa hate girtin.
Serokê Rûmetê yê ÇHD'ê Selçûk Kozagaçli li ser îtîraza dozger dîsa hate girtin.
Bi ser tehliyeya Serokê Rûmetê yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçûk Kozagaçli re hêj 24 saet derbas nebûbûn dîsa hate girtin.
Dozgeriyê, li dijî tehliyeya Kozagaçli îtîraz kir. Dadgeriyê jî îtîraz qebûl kir û biryara girtinê da. Kozagaçli ku anîn Edliyeya Stenbolê, piştî amadekirina muddetnameyê şandin Girtîgeha Marmarayê.
Kozagaçli di sala 2017’an de hatibû girtin, duh înfaza cezayê xwe temam kiribû û hatibû berdan.