Alîkarê Serokkomar serdana Onder kir: Pêvajo wê dewam bike

Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz li gel Waliyê Stenbolê Davût Gul û heyeta pê re serdana Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê kir ku Sirri Sureyya Onder lê tê dermankirin.

Rewşa tenduristiyê ya Parlamenterê DEM Partiyê û Serokwekîlê Meclîsê Sirri Sureyya Onder hîn jî cidî ye ku ji ber rehê wî yê aortê çiriya hate emeliyatkirin û di beşa çavdêriya awarte de ye.

Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz li gel Waliyê Stenbolê Davût Gul û heyeta pê re serdana Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê kir ku Sirri Sureyya Onder lê tê dermankirin.

Heyet li peşiya nexweşxaneyê ji aliyê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan û keça Sirri Sureyya Onder Ceren Onder Kandemîr ve hate pêşwazîkirin.

Cevdet Yilmaz piştî ku ji nexweşxaneyê derket daxuyaniyek da û anî ziman ku wan têkildarî rewşa tenduristiyê ya Onder agahî wergirtine. Cevdet Yilmaz got, "Birêz Serokkomar vê pêvajoyê ji nêz ve dişopîne. Sirri beg siyasetê ji bo mirovan dike. Kesayetekî welê ye ku dikare bi mirovên cuda re jî têkiliyê dîne, pirê ava bike. Em şîfa xêrê jê re dixwazin. Em keça wî Ceren dît. Keça wî jî got, hinekî baş xuya dike. Wê demeke dirêj vê têkoşînê dewam bike. Em hêvî dikin ku Sirri beg li tenduristiya xwe vegere."

'PÊVAJO WÊ DEWAM BIKE'

Cevdet Yilmaz bal kişand ser rola Onder a li pêvajoya siyasî û got, "Ev pêvajo di ser kesan re ye, pêvajoyeke ku bi rengekî berfireh bi îradeya siyasî tê meşandin. Armanca 'Tirkiyeya bê teror' ya Birêz Serokkomarê me vîzyona sedsalê ya Tirkiyeyê ye. Bi banga Birêz Bahçelî re pêvajo hîn bi lez bû. Dema ku vê pêvajoyê destpê kir, girîng bû ku bi lez û baş bimeşe. Ev pêvajo wê dewam bike. Di vir de wê lawazî nebe. Bêguman tevkariyên Sirri beg gelekî girîng in. Lê belê ev pêvajo wê dewam bike."

Yilmaz anî ziman ku wê agahiyên di serdana nexweşxaneyê de wergirt ji Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan re ragihîne.